Zerîf:

Ewlewîyeta Îranê peywendîya baş digel cînaran e

  • Kodê Nûçe : 845748
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Wezîrê katên derve yê Îranê got: Ewlewîyeta Komara Islamî ya Îranê berfirekirina peywendîyên baş digel cînaran anegorî rêzgirtina dualî ye.

Wezîrê katên derve yê Îranê got: Ewlewîyeta Komara Islamî ya Îranê berfirekirina peywendîyên baş digel cînaran anegorî rêzgirtina dualî ye.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li rex civîna dawîyê ya desteya wezîran li koma nûçegihanan, silavkirin û destdayîna digel Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê babeteke asayî li civînên navnetewî wesif kir û got: Li civînên sazîyên navnetewî bûyerên bi vî rengî xwezayî ne û kesên ku li civînên wiha pişkdar dibin, rûbirûyî hev dibin.

Zerîf herwiha got: Herçend ku Îran li dijî gellek sîyasetên Erebistanê ye, lê sîyaseta Têhranê hertim hebûna peywendîyên baş digel cînaran bûye û Îran ti wexta bi dû birrîna peywendîya digel welatên cînar nebûye.

Wî herwiha got: Ev sîyaseta Îranê girêdayîyê peywendîya li gorî rêzgirtina dualî û sîyasetên maqûl û herwiha aciznekirin û serederîya guncav digel xelkê herêmê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha li bara pêngava sekinîna Îranê li hemberî kiryara dewleta Amerîkayê ya binpêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî got: Yekem pêngava Îranê biryara meclisa şêwra islamî ya Îranê jibo tolhildana ji ber binpêkirina rêektinama navokî bûye û hin pêngavên din ên hiqûqî û sîyasî jî yê di dema guncav de bên rakirinê.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha kutakirina propaganda dijî Komara Islamî ya Îranê û tirsandina welatan ji Îranê, pêngava herîberbiçav a xwe li sîyaseta derve ya Îranê zanî.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam