Fukara siyonîstan ji gotûbêja serdar Silêmanî digel fermandarên Berxwedana Filistînê

Fukara siyonîstan ji gotûbêja serdar Silêmanî digel fermandarên Berxwedana Filistînê

Rojnameya siyonîstî ya Mearîvê gotûbêja têlêfonî ya serdar Qasim Silêmanî bi fermanbdarên Berxwedana Filistînê ra wek nîşandana Çiraya Kesk ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê va bo Hemasê û Cîhada Îslamî ji bo opêrasiyona dijî armancên siyonîstî, da zanîn.

Fermandrê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li gotûbêja têlêfonî bi fermandrên gurdanên şehîd Izedîn Qesam û fermandetiya gurdanên cîhada îslamî, amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştevaniya giştalî ji hêzên Berxwedana Îslamî ya Filistînê ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Qudsê nasyar bi Qudsunayê, rojnameya Mearîvê nivîsî: ``Fermandrê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li gotûbêja bi fermandarên Cîhada Îslamî û Hemasê li Xezeyê, Çiraya Kesk nîşanî wan da ku ji Xezeyê li dijî navendên Rêjîma Siyonîst opêrasiyonê dest pê bikin.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê, seyd Hesen Nesrullah jî li axaftina xwe ya êvara Duşemiyê li ser pêwîstiya destpêkirina Întifazeya sêyem ji aliyê ciwanên filistînî va pêgirî kir.

Ev gotin tûşî pêşewaziya komên cûrbicûr ên filistînî heta rayedarên pileberz ên Tevgera Fethê ji wan Ebas Zekî bû.

Zekî destnîşan kir: ``Tevgera Fethê dê lebeykê bêje banga sikritirê giştî yê Hizbullah Libnanê``.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018