Rêberê Inqilabê:

Gelê Îranê bi pûçkirina boykotan dê sîlleyeke din li Amerîkayê bide

Gelê Îranê bi pûçkirina boykotan dê sîlleyeke din li Amerîkayê bide

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî kir: Ciwanên welêt û gelê mezin ê Îranê bi pûçderxistina emraza herî dawîyê ya dijminan a derbelêdanê, wê sîlleyeke din li Amerîkayê bidin.

Hezretê ayetullah Xaminêyî vê sibê li kombûna berfire û bicoş a Besîcîyan li werzişgeha Azadîya Têhranê bi gotina vê yekê ku amerîkî bi xeyalên pûç dil hene wêneyeke tam berovajî ji hêza xwe û rewşa Îranê nîşan bidin, got: Aborîya netewî ya welêt dikare boykotan têk bibe û bi alîkarîya Xwedê teala, em ê boykotan pûç bikin û bêbandorkirina boykotan bi wateya işkesta Amerîkayê ye û Amerîka divê bi vê işkestê sîlleyeke din li hemberî gelê Îranê bixwe.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bal kişand ser rewşa xirab a Lîbêral-Dêmokirasîyê ya Amerîkayê û berbelavbûna rexnekirina wê li cîhanê û got: Ji ber vê yekê ye ku Amerîka tevî hêza atomî, têknolojîyên pêşketî û şîyanên darayîyê yên zef li gellek deveran ên fenanî Iraq, Sûrîye, Libnan, Pakistan û Efganistanê pêrgî işkestê bû û işkestên din jî li benda Amerîkayê ne.

Hezretê ayetullah Xaminêyî, rizgarkirina Îranê ji bin nîrê serdestîya zalimane ya Ingilîs û Amerîkayê babetek zanî ku têra selimandina iqtidara Komara Islamî ya Îranê dike û got: Eva ku gelê Îranê natewe ji xêr û bereketa islamê ye û mirov dikare vê serdestî û xurtbûnê di serketina gelê Îranê di Inqilaba mezin a Islamî, Berevanîya Pîroz û berxwedana 40 salan a li hemberî komployên dijminan de bibîne.

Wî herwiha got: Serokomarê Amerîkayê hela, Inqilaba Islamî û morala inqilabî û îmana gelê Îranê nas nekirine, lewma dilxweş e û pêgirî kir: Ev nirxandina çewt bûye sedema xalifîna amerîkîyan di 40 salên buhurî de ku divê em şukra Xwedê bikin ji ber ku dijminên gelê Îranê nezan û sefêk in.

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha pêgirî kir ku armanca zorbêjan ew e ku derbê li hêmanên û nîşaneyên iqtidara Îrana islamî bidin û got: Istiqrar û aramîya civakî, ewlehî û yekitîya netewî, pêbendîya li isûl û bingehên Inqilabê, dewama hereketa ber bi pêş a di warê zanistê de, berfirebûn û kûrbûna çanda inqilabî û islamî, pêşketina di warê bernama berevanî û mûşekî û hebûna li navçê de, nîşaneyên iqtidara Komara Islamî ya Îranê ne û dijmin lê digerin derbê li wan bidin.

.................

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018