Ruhanî:

Gelê Îranê wê bi hêz û qawet bersiva her cure pîlana Amerîkayê, bide

Gelê Îranê wê bi hêz û qawet bersiva her cure pîlana Amerîkayê, bide

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Bila Koşka Sipî bizanibe ku divê pêbendî sozên xwe bibe, lê ger wisa nebe, gelê mezin ê Îranê, wê bersiva her komployeke wan bi hêz û qawet bide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Bila Koşka Sipî bizanibe ku divê pêbendî sozên xwe bibe, lê ger wisa nebe, gelê mezin ê Îranê, wê bersiva her komployeke wan bi hêz û qawet bide.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja sêşemiyê li koma pircoş a xelkê Azerbaycana Rojhilat li bakûrê rojavaya Îranê li Tewrêzê, herwiha got: Komploya Amerîka, Siyonîst û paşverûyên Ereb ên li navçê, tu bandorekê danayne ser pêşketina Komara Îslamî ya Îranê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Ewên ku li Koşka Sipî rûniştine, divê bizanibin ku pêbendî soz, şaristaniyet û mirovantiyê bibin, ger wisa nebe, gelê mezin ê Îranê û dewlet bi nûneratiya gelan, wê li hember her komplo û cure pîlaneke wan, bi micidî bisekine.

Ruhanî, destnîşan kir: Kes nikare gelê mezin ê Îranê, bêhêvî bike û hêviyê ji vî gelî bistîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Dewlet û gelê Îranê ji bo hemî qonaxên muhtemel ên sekinîna li ber komplo û pîlanên dijminan, bernama xwe hene û pirsgirêkên heyî wê bi destê bi şiyan ê gelê Îranê çareser bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha got: Di sala `Piştgîriya ji Kelûpelên Îranî` de, hemî berpirs wê ji bo serbilindiya nizama Komara Îslamî ya Îranê, hewl bidin û têbikoşin.

Ruhanî herwiha got: Riya dewletê, riya geşepêdanê ye û her pirsgirêkek ku di vî warî de pêk were, dewlet erkdar e ku wê çareser bike.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, bona dewama duyemîn dewra seferên xwe yên parêzgehan û ji bo beşdariya li rêûresma destpêbûna `Bûyera Navnetewî ya Tewrêz 2018`an`, îro gihêşte Tewrêzê, navenda parêzgeha Azerbaycana Rojhilat bû.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018