General Baqirî: Li ba Îranê teknolojîya mûşekên ku xeteya wan li jêrî 10 metra ne, heye.

  • Kodê Nûçe : 818545
  • Çavkanî : Abna
Brief

Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê got: Mûşekên ku qabilîyata îsabeta wan ji 10 metran kêmtir e nimûneyek ji wan çekan e ku di dinyayê de li kêm welatan hene û îro Îran xweyî vê hêzê ye ku van çekan hilberîne û bikar bîne.

Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Serleşker Muhamed Baqirî di beşdarîya xwe ya li pêşangeha destkeftinên leşkerî û berevanî yên bîranîna Velfecra-8ê de got: Hemî alevên leşkerî yên li vê pêşangehê ne, bi riya sûdwergirtina ji teknolojîya Îranê hatine çêkirin.

Wî, ameje bi beşdarîya kerwanên rêwîyên nûrê li vê pêşangehê kir û wiha dewam kir: Ziyaretvanên welatên nûrê, van alevên leşkerî bi tevahiya heyîna xwe lems dikin û baweriya “Em dikarin” di rihê wan de teşe digre. Dinya divê bizane ku di ciwanên zanyar ên nifşa piştî şer de jî baweriya pêşveçûnê ya di her warî de ji bo têra xwebûna Îrana Îslamî berdewam e.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam