Gengeşa dudiyan a berbijarên dazdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê

  • Kodê Nûçe : 828083
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Gengeşa dudiyan a berbijarên dazdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê êvara duh îniyê bi beşdariya şeş berbijarên van hilbijartinan û li bara mijara çandî û siyasî birêve çû.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ev gengeşe jî mîna gengeşeyên berê, bi lêxistina marşa neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê û xwendina hin ayetên Qurana Kerîm destpê bû. Pişt re  pêşkêşkarê bernamê li bara pêvajoya gengeşeyê hin şirove dan.

hesen Ruhanî, Îbrahîm Reyîsî Sadat, Mustefa Aqamîrselîm, Muhemed Baqir Qalîbaf, Mustefa Haşimîteba û Îshaq Cîhangîrî her şeş berbijarên kandîdatoriya dewra 12-an a serokkomariya Îranê bûn ku li gengeşeyên telivîzyonî yên xwe li bara babetên siyasî û çandî axivîn û nîhrîn û pilanên xwe li vê barê raber kirin.

 Di destpêka gengeşeya berbijarên  hilbijartinên  serokomariya Îranê, Muhemed Baqir Qalîbaf yek ji berbijarên  hilbijartinê li bersiva vê pirsê ku  çawa dikarin lezgîniya  geşatiya zanistî û kualîta hîndekariyê zêde bikin û got : Mijara çandê yek ji  mijarên herî giringe civakan e bêşik du nihêrîn li warê meselên çandî dikarin  werin berçavgirtin.

Nihêrîneke  reşbînane li civakê û nihêrîneke geşbînane. Li nihêrîna reşbînane eva ku nihêrîneke qeyûmxawziyê û girtî û kontrol û çavdêriya  tund  ser mijarên çandî û nihêrîneke  geşbînane ye. Nihêrîna geşbînane  ser vê esasê ye ku divê civak û xelk werin agahkirin û zanatiya wan li bera her tiştî zêde bibe da ku gel bi xwe û sazî û rêxistinên sivîl bikarin li vî warî de rola girîng bilîzin.

 Mîrselîm li bersiva vê pirsê ku gelo çi cure  teamulekê tev  partî û tevgerên  rexnegir û dijberê dewletê  re qayîl dibin got: Hemî dewletên piştî serketina inqilabê jibo xizmetkirinê hewl dane û di biqasî hêz û qaweta xwe hin serketin bi dest xistine. Behsa me li bara rexnekirina kar û xebatên dewletê ye û qebûlkirina rexnayên kesên din e.

 Wî got : Li gor bawera min  tu dewletek nikare bi serkeve  meger ku rexneya kêmînan qebûl bike û rexna  partî û rêxistinên sivîl û  gelanî û saziyên  zanistî û hunerî û çandî qebûl bike. Eva riya pêşketina me ye.

Hilbijartinên serokomariyê li Îranê roja 19 Gulana 2017 birê dikevin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*