Girtina du kesên ser bi DAIŞ`ê li Tirkiyê

Girtina du kesên ser bi DAIŞ`ê li Tirkiyê

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê roja bihurî du endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê di dema hewildana ji bo hatina ji nav axa Sûriyê bo başûrê Tirkiyê girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin ku hêzêzn ewlehiyê roja Îniyê li bajarê Aqçe Qeleyê  li başûrê Tirkiyê 2 endamên girêdayî bi koma têrorîst a DAIŞ`ê ku dil hebûn ji axa Sûriyê bên Tirkiyê girtin.

Rayedarên ewlehiyê ragihandin ku navenda fermandetiya bajarokê Aqçe Qeleyê piştî wergirtina raporên istixbaratî derbarê hebûna du kesên ser bi DAIŞ`ê li navçeya nêzikî zîvala sînorî ya navbera Tirkiye û Sûriyê li parêzgeha Şanlî Ûrfayê êrîşî ser wê navçeyê kirin.

Girtina endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Tirkiyê di rewşekê da ye ku dewleta vî welatî stratijiyeka ducûre derheq têrorîsmê heye.

Dewleta Tirkiyê bi hevkariya hevpeymanên xwe yên rojavayî di salên dawî da bi piştevaniya ji têrorîstan beşdarî kuştina gel û hêzên dewletê li Iraq û Sûriyê bûye.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018