Haşda Şe`bî hin beşên din ên Tilaferê azad kir

  • Kodê Nûçe : 850284
  • Çavkanî : Abna
Brief

Hêzên Haşda Şe`bî yên Iraqê karin kolana bi navê el-Kifah Şimalî ya li bakûrê rojavayê û gundê Wîran yê li rojavayê û her wiha nîvê devera el-Cezîre li hindorê Tilaferê rizgar bikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Hêzên Haşda Şebî, gundê Wîran ê li rojavaya Tilaferê xistin bin kontrola xwe.

Navenda çapemenîya Haşda Şebî diyar kir: Ateşa nozdehem ya hêzên seferber ên gelê Iraqê 7 endamên DAIŞê kuştin û di encama azadkirina gundê Wîranê ji destê DAIŞê, gelek çek û cebilxane bi dest xistin. Her wiha beşa teknîkî ya vê artêşê, mînên li medreseyan û rêyan hatine bi cîkirin bêbandor kirin.

Dîsa Haşda Şe`bî û artêş û polîsên Iraqê, karin kolana bi navê el-Kifah Şimalî ya li bakûrê rojavayê û gundê Wîran yê li rojavayê û her wiha nîvê devera el-Cezîre li hindûrê Tilaferê rizgar bikin.

Hêjayî gotine ye operesyona azadkirina Tilaferê ji sibeya yekşemê ya 20ê Agusta 2017 ve dest pê kir û hêzên çekdar ên Iraqê û Haşda Şe`bî li rexmî ku DAIŞê li hindûrê Tilaferê bi awayekî berfireh bonba bi cî kiribûn pêşveçûnên berbiçav bi desr xistin.  

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*