HDP`ê navê namzedê xwe yê serokomariyê eşkere kir

HDP`ê navê namzedê xwe yê serokomariyê eşkere kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê, hevserokê berê yê vê partiyê Selahedîn Demirtaş weke berbijarê xwe yê serokomariyê destnîşan kir.

Li gorî rapora Rojnama Cumhruyetê, Hevseroka HDP`ê Pervîn Buldanê li Amedê di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Selahedîn Demirtaş weke berbijarê partîya wan û tifaqa partiyên siyasî yên Kurd hatiye destnîşankirin.”

Buldanê da xûyakirin, ku hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ji bo Kurdan û herwiha tevahiya Tirkiyê pir giring in.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk jî got: “Selahedîn Demirtaş ji bo xizmeta tekoşîna demokratik bûye namzed.”

Ev demek e di nava HDPê de ji bo namzediya Demîrtaş gotûbêj dihatine kirin, taybetî jî ku Demirtaş demekê berî niha ragihandibû ku nabe berbijarê serokomarîyê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018