Hejmara qurbaniyên nexweşiya Kolêrayê li Yemenê zêde dibe

  • Kodê Nûçe : 840861
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezareta tendrustiyê ya Yemenê ragihand: ``Hejmara kesên ku li vî welatî îhtîmal heye bi nexweşiya kolêrayê ketibin, ji 270 hezar kesî derbas bû``.

Li gorî rapora Mehr News`ê, Wezareta tendrustiyê ya Yemenê roja pênşemiyê ragihand ku hezar û 614 kes ji welatiyên Yemenî heya niha ji ber nexweşiya kolêrayê canê xwe ji dest dane.

 Li vê barê, Îstefan Obrayn alîkarê sekreterê giştî  û nunerê pilebilind ê NY li karûbarên mirovheziyê ya NY li gotûbêja  bi Anadolu News`ê bal kişand ser berfirehbûna  nexweşiya kolêrayê li Yemenê û got: ``Karesata însanî li Yemenê li halê qewimînê ye û jibo çareserkirina  vê qeyranê divê em li dû rêçareyên  mayînde bin``.

 Alîkarê sekreterê giştî yê NY destnîşan kir: ``Karesata  Yemenê her roj li halê kûrtirbûnê ye û zêde ji 300 hezar kes ketine ber bandora vê nexweşiyê û divê destxwe  dewa û derman ji wan re  were dabînkirin``.

 Saziya Aksfamê ya Brîtanyayê jî vê dawiyê ragihand ku li her saetê kesek ji ber nexweşiya  kolêrayê li Yemenê canê xwe ji dest dide``.

 Erebistan bi piştgiriya  Emerîkayê ji Adara 2015`an va bi mehna vegerandina  serokkomarê îstifakirî yê Yemenê Ebd Rebê Mensûr  Hadî ser desthilatdarîyê, dest bi êrişên xwe yên li dijî vî welatî kiriye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*