Hejmareka zêde ya têrorîstan li Laziqiye û Hemaha Sûriyê hatin kuştin

Hejmareka zêde ya têrorîstan li Laziqiye û Hemaha Sûriyê hatin kuştin

Artêşa Sûriyê hewildana komên têrorîst ên Bereya Nusreyê, Partiya Tirkistanî û Ketîbeya Ensara Îslamê ji bo êrîşa li ser baregehên artêşê li bakurê rojhilata Laziqiyê û bakurê rojavaya Hemahê li rojavaya Sûriyê pûç kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Al Alamê, artêşa Sûriyê li vê oêrasiyonê karî ku hejamreka zêde ya têrorîstan bikuje û çek û îmkanên wan ji wan sê reşaşeyên giran ji nav bibe.

Rayedarekî fermandetiya Polîsê Şamê jî got: Artêşa Sûriyê tevî domandina opêrasiyona xwe li Xûteya Rojhilat li gundê Mihemediyê li rojavaya gundê Bêyt Nayêmê piştî şerê digel komên têîrorîst li vê navçeyê dest pê kir.

Vî rayedarî her wiha got: Komên têrorîst hejmareka rokêtan şandine aliyê Bab Tumayê û nexweşxaneya Ibnê Sîna, navçeya El Qeta û derdora meydana Ebasîna Şamê.

Li vî halî çavkaniyên sûrî yên nûçeyan qala dewamam şûr û pevçûna li derdora başûrê Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê û kuştin û birîndarkirina çend kes ji endamên koma nasyar bi Bereya Azadiya Sûriyê kirin.

Sûriye eva heft sal in ku bi amadebûna komên çekdar û têrorîst weke DAIŞ û Cebheya Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçeyê va tên piştgirîkirin, tûşî qeyranê bûye. Bi pêşdaçûna hêzên artêş û Bereya Berxwedanê, piştî bi salan berxwedanê, Sûriye li bereberê serketina tam li hemberî têrorîsmê ye.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018