Hejmareke zêde ya terorîstan li Reqayê û Dêyrezûrê hatine kuştin

  • Kodê Nûçe : 845942
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Firokên şêrr ên artêşa Sûriyê li parêzgehên Reqa û Dêyrezûrê pêgehên terorîstan bombebaran kirin ku ji ber van êrişa parek pir ji terorîstan hatine kuştin.

Firokên şêrr ên artêşa Sûriyê li parêzgehên Reqa û Dêyrezûrê pêgehên terorîstan bombebaran kirin ku ji ber van êrişa parek pir ji terorîstan hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermiye Sûriyê ya ser navê SANA News`ê, Firokên şêrr ên artêşa Sûriyê li parêzgehên Reqa û Dêyrezûrê li bakûr û rojhilata vî welatî  pêgehên terorîstan bombebaran kirin ku ji ber van êrişa parek pir ji terorîstan hatine kuştin û gelek ji embarên wan yên çek û sîlahan jî hatine şewitandin.

Pêşketina artêşa Sûriyê li aliyên curbicur ên navça Dêyrezûrê van hefteyên vê dûmahîkê zêde bûye û bingehên nûçan ragihandine ku qumandên grûpa terorîsyî ya DAIŞ`ê ji vê navçê revîne.

Hêzên artêşa Sûriyê herwisa li derûdora Reqa û Dêyrezûrê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê serketine û niha ewlehiya tam li gelek ji gund û erdên van navçan pêk hatiye.

Li gorî nûçeyekî din ji nav Sûriyê, firokên şêrr ên Amerîkayê li 24 saetên bihurî êrişî ser navçên derûdora Reqayê kirin ku di encamê da 62 kesên sivîl hatine kuştin.

Navenda zêrevaniya mafên mirovan a neyarê dewleta Sûriyê jî bilî destnîşankirina ser kuştîna 62 welatiyên sivîl ên vî welatî ji ber êrişa hewayî ya Amerîka ser Reqayê ragihandiye ku ji ber êrişên hewayî yên vê dûmahîkê yên Amerîka ser navça Bûserayê li nav pişka kevn aReqayê gelek kesên sivîl hatine kuştin û bi vê qirarê hêzên amerîkî cinayetên zav li van navçan cih tînin.

Hema li vê raporê destnîşan bûye ku 9 kesên sivîl ên sûrî ji ber êrişa hewayî ya firokên şêrr ên Amerîkayê hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne ku halê hinekan ji wan jî xirab e.

Bingehên nûçan herwisa ragihandine çend xeberhênêr û hinek ji Hêzên Sûriya Demokratîk jî ku tev grûpa tekfîrî-siyonîstî ya DAIŞ`ê şer dikin ji ber teqînekî terorîstî li nav Reqayê birîndar bûne ku xeberhinêrên hanê hinek sûrî ne û hinek jî biyanî ne.

Artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman jî li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li başûra rojavaya Reqayê gelek ji navçê û gundên vî alî ji destê terorîstan azad kirine.

Herwisa hêzên artêşa Sûriyê karîne zêde ji 15 gund û çend bîrên niftî bi rûbea 40 kîlomitran ji destê terorîstan azad bikin û niha gihêştine 30 kîlomitriya bajarê Reqayê.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*