Rêberê Înqilaba Îslamî:

Heke alimên dînî li qada şêrr nebûna, wê Înqilaba Îslamî neqewimiya

Heke alimên dînî li qada şêrr nebûna, wê Înqilaba Îslamî neqewimiya

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi karbidestên Kongireya Şehîd û Fîdakarên Mela yên parêzgeha Qumê li başûrê Têhranê re, got: Eger alimên dînî li qada şêrr nebûna, dê Înqilaba Îslamî neqewimiya.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetulah Xamineyî, li vê hevdîtinê ku li 13`ê Mijdara sala 2017`an (22`ê meha Abana sala 1396`an a Koça Tavî) hatibû lidarxistin, beşdariya cidî û berfireh a mamosteyên dînî li qada cihad û têkoşîn û şehadeta di rêya Xwedê de, meseleyeka pirr girîng da zanîn.

Hezretê ayetulah Xamineyî, bal kişand ser afetên dûrmayîna komên alimên dînî ji qada têkoşînê li hin dewrên dîroka welêt, û herwiha got: Li hin dem û dewrê dîrokê, ruhanuyet jiber dûrmayîna ji qada têkoşîna dijî zorbêj û serdestîxwazan, derbe lê ket lê her dema ku ruhaniyet li hember dijminên Îslam û "Îranê sekinî û kete qada têkoşînû berxwedanê, serbilind bû ku mînaka wê ya tam dema Înqilaba Îslamî û tevgera mezin a Îmam Xumêynî (re) bû.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bal kişand ser vê yekê ku eger ruhaniyet neketa nav têkoşîna li hember Rejîma Taxûtê, Înqilaba Îslamî qet wê sere xwe negirtiba, got: Tu yek ji partî û komên siyasî û rewşenbîriyê, nedikarîn hikûmeta zorbêj a seltenetî jorda bînin û canfîdaiya bi îxlas a li rêya Xwedê, jiber beşdariya ruhaniyan û berûlaya olî ya têkoşînê bû.

Hezretê ayetulah Xamineyî, erka îro rojê ya ruhaniyan, înqilabîbûn, nasîna dijmin û amadetiya jibo sekinîna li hember fêlbaziyên wê dan zanîn û destnîşan kir: Şehadet pileya herî jorîn li cem Xwedê Teala ye  ku nabe para her kesî û dive em bi nihêrîneka bihesret û daxwaziyê, hêviya cîgeh û mewqiya bilind a şehîdan jixwe re bixwezin.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018