Heşdî Şe’bî ji bo alîkariya koçberên Musilê navendên sivîl ava kirin.

Heşdî Şe’bî ji bo alîkariya koçberên Musilê navendên sivîl ava kirin.

Sazîya Heşdî Şe’bî bi mebesta berterefkirina pêdivîyên koçberên Musilê, ofîsên xwe yên li Baxdayê û li bajarên din ji bo vergirtina alîkarîyên gel aktîv kirin.

Berdevkê Heşdî Şe’bî Ehmed el-Esedî di civîna çapemenîya xwe ya li Bexdayê de got yarmetîyên dewletê li koçberan têrê nakê û wuha dewam kir: Me ji dezgeh û heyetên huseynî û ji gel hemîyan daxwaz kir ku sewa alîkarîya koçberan dakevin qadê û alîkarîyên xwe radestî navendên sivîl yên li Bexdayê û li bajarên din bikin.

Piştî ku operasyona Musilê ber bi dawîya xwe ve hat û hêzên Îraqê ketin kolanên navendî yên li beşa rojavaya vî bajarî, di nava sê rojên borî de pêleke mezin ya koçberan kete ser rê û bi alîkarîya hêzên ewlekarîyê ji qada pevçûnan hatin dûrxistin û derbasî kampan û deverên ewledar bûn. Esedî bal kişand ser ku îmkan û derfetên dewletê têra hewqas koçber nake û hewcedarîya me bi alîkarîya gel heye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*