Hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Rusyayê ligel Beşar Esed / Ragihandina peyama Pûtîn û gotûbêja li ser azadkirina Dêyrzorê

  • Kodê Nûçe : 854100
  • Çavkanî : Abna
Brief

Wezîrê Parastinê yê Rusyayê di serdana xwe ya Sûrîyê de ligel serokkomarê vî welatî civîya û li ser rojevê gotbêj kirin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Wezîrê Parastinê yê Rusyayê çû seredana Sûrîyê û ligel serokkomarê vî welatî hevdîtin û gotbêj kirin.

Wezîrê Parastinê yê Rusyayê di serdana xwe ya Sûriyê de bi boneya bi dawî kirina dorpêça DAIŞê ya li ser Dêyrzorê, peyama pîrozbayîyê ya serokkomarê Rusyayê Vladimîr Pûtîn gihand serokkomarê Sûriyê Beşar Esed.

Her wiha di vê hevdîtinê de pêvajoya plan û bernameyên şerê bê û hevkarîya li navbera artêşa Sûrîyê û hêzên Rusyayê ji bo ber bi pêş ve çûnê û azadkirina Dêyrzorê bi tevahî ji destê DAIŞê ket ber behs û lêkolînê.

Her du welatan di vê hevdîtinê de biryara xwe ya ji bo dewam û xurtkirina hewldanên têkoşîna li dijî terorîzmê li hemû deverên Sûrîyê û tinekirina wê, dubarê kirin.

Her wiha her du alîyan danzanîn ku ev şer, ne tenê ji bo Sûrîyê, belkî ji bo hemû navçeyê şerekî çarenûssaz e; ji ber ku encamên vî şerî dê pêşeroja hemû miletên herêmê diyar bike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*