Hevserokê PYD: Artêşa Tirkîyê warên dînî yên Êzidîyan li Efrînê wêran dike

Hevserokê PYD: Artêşa Tirkîyê warên dînî yên Êzidîyan li Efrînê wêran dike

Hevserokê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) got: Artêşa Tirkîyê warên dînî yên Êzidîyan li Efrînê kavil dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Hawarê, Şahoz Hesen hevserokê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) ku li Mîtînga Pişgriyîa ji Efrînê li Qamişloyê diaxivî, got: Armanca lidarxistina vê mîtîngê kişandina bala her kesî ser rewşa xedar a Efîrên ye. Tirkîyê, Efrîn dagir kirîye, gel digire û dikuje. Artêşa Tirkîyê herwiha warên dînî yên Êzidîyan li Efrînê kavil dike.

Ji hêla din ve, artêşa Tirkîyê ku bi alîkarîya komên têrorîst ên ku Enqere pişta wan digire di 18`ê Adarê de şarê Efrînê dagir kir, gellek kar ji bo guhertina demogirafîya vî şarî kirine û hewil dide kurdan ji Efrînê derxe û ereban û malbatên wan hêzên têrorîst li vî bajarî bi cih bike, ser vî esasî hejmarek têrorîstên Artêşa Sûrîya Azad ku li navendên polîsan ên xwe perwerde kirine, ew wek polîs şandine bajarê Efrînê.

Piştî ku artêşa Tirkîyê û têrorîstên Artêşa Sûrîya Azad karîn navenda şarê Efrînê ji destê YPG derînin, têrorîstên hanê vê dawîyê Navenda Polîsên Efrînê damezirandine.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018