Hewildana Rûsiyê ji bo xistina derdora bakurê Helebê nav navçeyên Kêmkêşe

  • Kodê Nûçe : 861970
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Berpirsekî kurd ê sûrî qala hebûna hin gotûbêjan digel Tirkiyê û navcîtiya Rûsiyê ji bo tevlîkirina derdora bakurê Helebê bo navçeyên Kêmkêşe kir.

Li gorî rapora ISNA`yê, berpirsekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên kurd li bajarê Efrînê ragihand ku gotûbêj ji bo hin nûnerên van yekîneyan û Tirkiyê bi navcîtiya Rûsiyê ji bo girêdana derdora bakurê Helebê bo navçeyên Kêmkêşe hene; Lê hîn negihîştine tu encamekê.

Beşdarên civîna Astaneyê pêştir plana navçeyên Kêmkêşe li Sûriyê pejirandine.

Kontrola beşek ji navçeyên derdora bakurê Helebê ku bajarê Efrînê û navçeyên derdora wî digire ber xwe di destê YPG`ê da ye.

Hin beşên bakurê Helebê jî li bin kontrola artêşa Sûriyê û hin beş jî bin kontrola komên çekdar wek Cebheya Nusreyê ye.
............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*