Hêzên fransî gihîştin Hesekê

Hêzên fransî gihîştin Hesekê

Komeke Hêzên Taybet ên fransî bi armanca piştgirîya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja 26`ê vê mehê gihîşt baregeha hîzîn amerîkî ya li bajarokê Rimêlanê ser bi Hesekê.

Ajansa Nûçan a Anadolu ya Tirkîyê ragihand ku leşkerên fransî bi zêrêhpoşên xwe û ligel leşkerên amerîkî û şervanên Kurd li Reqa, Minbic û hin navçeyên Dêre Zorê geriyan.

Li gorî vê raporê, hêzên fransî li Minbicê du civîn bi HSD`ê re encam dan û çek û pêwîstiyên leşkerî radestî wan kirin.

Li gorî vê raporê, zêdetir ji 70 leşkerên fransî yên taybet li bakurê Sûriyê hene û di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de li girê Miştenûra Kobanê, Navçeya Sirînê, Eyn Îsa û Xiraba Aşiq bi cih bûne.

Ajansa nûçan a Aki ya Îtalîyayê ragihand ku rêkeftinek di navbera Amerîka û Fransayê de heye, ku di demên bê de rola hêzên fransî ji bo avakirina rêveberiyên xwecihî û planandanê li bakurê Sûriyê zêdetir bibe.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Jim Mattis ragihandibû, ku Fransayê hejmarek leşkerên xwe yên taybet şandine Sûriyê.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*