Hêzên kurd sê taxên Helebê radestê artêşa Sûrîyê kirin

Hêzên kurd sê taxên Helebê radestê artêşa Sûrîyê kirin

Hêzên kurd sê taxên Şêx Meqsûd, Helik û Bostanbaşa li rojhilata Helebê radestê artêşa Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora kanala El Meyadînê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrola van sê taxana sipartin artêşa Sûrîyê û ji bo parastina Efrînê bera xwe dan vî şarî.

Piştî ku ev sê tax radestî hêzên artêşa Sûrîyê hatin kirin, ala vî welatî li dewsa ala YPG`ê li taxên hanê hat bilindkirin.

Biryar e ku artêşa Sûrîyê li gorî daxwaza YPG`ê heta çend sietên din derbasî Tilrifetê li parêzgeha Helebê bibe.

Mihemed Ferec fermandarê hêzên berevanîya gelanî yên Sûrîyê jî ragihand ku em li gorî fermana hikûmetê û ji bo sekinîna li hemberî êrişên Tirkîyê hatine Efrînê.

Kanala Russia El Yewmê ji zarê Mihemed Ferec ragihand: Gellek hêzên berevanîya gelanî hatine Efrînê û bi germî ji hêla niştecihên vî şarî va hatine pêşwazîkirinê û em ê heta dawîyê ji bo sekinîna li hemberî êrişên Tirkîyê li rex gelê Efrînê bin.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018