Hilbijartina serokomarê Iraqê ma bo gerra duyem a dengdanê

Hilbijartina serokomarê Iraqê ma bo gerra duyem a dengdanê

Di gerra yekem a hilbijartina serokomarê Iraqê li parlimana vî welatî de Berhem Salih berbijarê YNK û Fuad Hisên berbijarê PDK pirranîya dengan bi dest xistin û dîyarkirina serokomarê nû ma bo gerra duyem.

Di gerra yekem da 302 parlimanterî dengê xwe dan ku Berhem Salih berbijarê YNK 165 deng û berbijarê PDK jî 89 deng bi dest xistin.

19 berbijar di vê gerrê de ketin ber dengdanê û 5 berbijar jî berî destpêbûna dengwergirtinê ji berbijarîyê vekişîyan.

Piştî kutabûna gerra yekem a hilbijartina serokomarîya Iraqê ku Berhem Salih dengên herî zêde li hemberî berbijarê PDk bi dest xistin, Firaksyona PDK ji parlimanê derket.

Li gorî raporan, Firaksyona PDK daxwaza paşdaxistina civîna parlimanê dike.

Ji hêla din ve Mesûd Barzanî serokê PDK bertek nîşanî prosa hilbijartina serokomarê Iraqê li meclisa vî welatî da û ragihand ku şêwaza niha qet nayê qebûlkirinê û em ê di demeke nêzîk de helwesta xwe nîşan bidin.

............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018