Hizbullaha Iraqê dijî pişkdariya hêzên Amerîkî li operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstan e

  • Kodê Nûçe : 849596
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Hizbullaha Iraqê ragihand ku li dijî beşdariya hêzên Amerîkî li operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li bakurê Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Berdevkê Hêzên Hizbullaha Iraqê, Mihemed Muheyî roja Yekşemiyê li hevpeyivîna digel kanala El Meyadîna Libnanê got: Hêzên Iraqî ji neh mehan berî viya heta niha li dergehên bajarê Til Eferê li rojavaya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê bi cih bûne û hewil didin ku Til Eferê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Berdevkê hêzên Hizbullaha Iraqê, Mihemed Muheyî destnîşan kir ku Til Efer ji sê aliyan va ketiye bin dorpêçê û tenê bereya bakur a vî bajarî maye ku ew jî di bin kontrola kurdan da ye.

Muhemed Muheyî destnîşan kir: ``Em li dijî beşdariya hêzên Amerîkî li azadkirina Til Eferê ne; Ji ber ku hêzên hevpeyman li şerê dijî DAIŞ`ê ciddî nînin``.

Heyder Îbadiyê serokwezîrê Iraqê sibeha îro anku Yekşemiyê destpêbûna şerê azadkirina Til Eferê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê ragihand.

Niha hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, artêş û polîsê Iraqê hevrê digel amûr û erebeyên leşkerî ji bo beşdariya li şerê azadkirina Til Eferê gihîştine derdora vê navçeyê.

Niha sê bajarên Telefer li rojavaya Mûsilê, Hevîce li başûrê rojavaya Kirkûkê li bakurê Iraqê û El Qaêm li rojavaya parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê li nêzikî sînorê Sûriyê di bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da ne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*