Îmzekirina 4 rêketinamên pêwendî û hevkariyê navbera Îran û Tirkiyê

  • Kodê Nûçe : 858253
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Komara Îslamî ya Îranê û Komara Tirkiyê jibo xurtkirina asta hevkarî û pêwendiyên xwe, çar rêketiname li Têhranê wajo kirin.

Ev çar rêketinamên hevkariyê roja çarşemiyê bi beşdariya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê û Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê ji aliyê rayedarên pilebilind  ên du welatan hat îzmekirin.

 Rêketinama hevkariya  gumrukî  navbera wezareta karên aborî û darayiya Îranê û wezareta gumruk û ticareta Tirkiyê, rêketinama hevkariyê navbera banka navendî ya Komara Îslamî ya Îranê û banka  navendî ya  Komara Tirkiyê, rêketinama hevkariyê navbra Rêxistina belgeyan û pirûkxaneya neteweyî ya Îranê û dayira giştî ya arşîva dewletî ya serokwezîrê Tirkiyê û rêketinama  hevkariyê navbera radyo û televîzyona  Komara Îslamî ya Îranê û Rêxistina radyo û televîayona  Komara Tirkiyê hin belge bûn ku jibo xurtirina  asta têkiliyên  Têhran û Enqerê hatin îmzekirin.

 Receb Teyib Erdogan bi taximeke pilebilind re jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên  Komara Îslamî ya Îranê, îro gihêşt  Têhranê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*