Zerîf:

Îran yê bersiveke piratîkî û hiqûqî li hemberî bêzoyên Amerîkayê bide

  • Kodê Nûçe : 845509
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihnad: Têhran yê bi pêngavên hiqûqî û piratîkî yên guncav li hemberî bêsozî û kiryarên bikîn ên Waşîngtonê ji ber rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bersivê bide.

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihnad: Têhran yê bi pêngavên hiqûqî û piratîkî yên guncav li hemberî bêsozî û kiryarên bikîn ên Waşîngtonê ji ber rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bersivê bide.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li rex civîna awareta ya wezîrên karên derve yên welatên endamê Sazîya Hevkarîyên Islamî li IStenbolê li koma nûçegihanan bal kişand ser biryara 16 xalî ya Komsyona Çavdêrîya ser rêketinama navokî li Îranê û got: Têhranê hin pêngav destpê kirine ta ku li hemberî sîyastên ku Îranê ji encamên rêketinama navokî bêpar dikin, bisekine.

Wezîrê karên derve yê Îranê sîaysetên bikîn ên Amerîkayê li dijî rêketinama navokî nîşana dijwarbûna bêsozî û kîba vî welatî li dijî Îranê zanîn û got: Amerîkî ji ber bihêztirbûna Îranê piştî rêketinama navokî ku hêza pêngavrakirinê ya wan kêm kirîye, dilgiran in.

Zerîf bi gotina vîya ku rêketinama navokî bi hegera nebûna pêbawerîyê di navbera muzakirekiran de hatîye amadekirinê û li ti dera wê nîşaneyeke pêbawerîya dualî peyda nabe, got: Rêketinama navokî nîşanderê nebûna pêbawerîyê ji hêla alîyên pişkdarê wê nemaze Îranê li hemberî Amerîkayê ye, lewma li vê rêketinamê imkana pêngavên ku dikarin bibin sedema derketina ji rêketinamê bi awayekî zelal hatîye berçavgirtin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Dema derketina ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê hewcedarê biryara Desteya Çavdêr li ser vê rêketinamê ye û bêguman divê binpêkarîyek pêk hatibe ku pêşîya sûdwergirtina Îranê ji imkanên sereke yên rêketinama navokî bigire û derketina ji wê serê xwe bigire.

Amerîkayê di hefteyên vê dawîyê de li dewama pêngavên xwe yên binpêkirina rêketinama navokî, navê çend şîrket û welatîyên îranî bi hecetên curbicur xistîye lîsteya boykotan.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*