Rûhanî:

Îranê dê bêguman bersiva Emerîkayê bide

  • Kodê Nûçe : 844553
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokê Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hember pêşnumaya vê dawiyê ya kongira Emerîkayê li dijî Ranê tekez kir: Îran li hember kiryara li dijî îranî ya nûya kongira Emerîkayê dê bertekê nîşan bide û bersiveke cidî û qahîm bide wê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hember pêşnumaya vê dawiyê ya kongira Emerîkayê li dijî Ranê tekez kir: Îran li hember kiryara li dijî îranî ya nûya kongira Emerîkayê dê bertekê nîşan bide û bersiveke cidî û qahîm bide wê.

 Parlemana  nuneran a Emerîkayê sêşemiyê şevê di dewama  nihêrîna bi dijminatî ya Waşengtobê li hember Îranê, plana  tam û tekûz a boykotên  Îarnê bi 419 dengên erê pejirand.

 Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li civîna taxima dewletê bal kişand ser vê yekê ku emerîkî  40 salan zext, boykot, tehrîk û bîjkirin  hin welatên navçê tecrube kirin û li hemî qonaxan işkest xawrin û destnîşan kir: Emerîkî divê ji işkestên xwe yên berdewam li hember Îranê dersê wergirin.

 Rûhanî her wiha got: Ger Emerîka dixwezenavça hestyar a Rojhilata Navîn bûbe  navçeyeke ewleh û aramtir û deryayên  hestyar  ên vê navçê deryayên  ewleh jibo cîhanê bin divê dawiyê bide siaysetên xwe yên niha û divê bizanibe ku  gelê Îranê ti carî nakeve ber bandora komployan û  dê hema riya xwe bidomîne.

 Serokê Komara îslamîya Îranê got:

 Emerîka divê rêzê ji mafên gelê Îranê bigre û bizane ku  tenê li saya  hurmet, cihatina mafên  gel û  riya  biaşitî berjewendiyên  gelê Emerîkayê serê xwe digrin.

 Wî got: Dijminatiay Emerîkayê tenê dijminatiya li hember nizama Komara Îslamî ya Îranê nîne belkî jibo emrerîkiayn berxwedan û mînakbûna  gelê Îranê nayê tamûlkirin û nikari qebûl bikin ku  li vê navça hestyar Îran xwediyê serbixwtiyê  be li navçê bibandor be.

 Rûhanî her wiha bal kişand ser xurtbûna  qaweta û bingeha berevaniya Îranê û destnîşan kir: Îran dê hemî çekên xwe yên berevaniyê bêyî berçavgirtina  bîr û rayên  welatên din xurt bike û hêzên  çekdar ê Îranê, ji wan artêş, sipahê pasdarên  Inqilaba  Îslamî, besîc, hêzên  ewlehî û hêzên  ewlehiyê dê ji aliyê gelê mezin ê Îranê werin piştgirîkirin.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam