Ebadî:

Iraq dê wekî axa hemû gelê Iraqê bimîne

  • Kodê Nûçe : 856204
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê xebatek e bona parvekirina axa Iraqê û got: Iraq axa hemû iraqiyane û dê hema wisa jî bimîne.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê xebatek e bona parvekirina axa Iraqê û got: Iraq axa hemû iraqiyane û dê hema wisa jî bimîne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li press konferansa xwe ya îro yekşemê û li gotûbêja tev hinek ji xelkê vî welatî got: Birêketina yekalî ya giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye û dewlet dê pêngavên pêwîst ji bo parastinayekitî û hevgirtina gelê Iraqê rake û em giştpirsiya herêma Kurdistana Iraqê bi frmî nas nakin û li vê barê de qet bi Hewlêrê re rê nakevin.

Ebadî got: Dewleta Iraqê pêkanîna dewleta eşîretî ret dike û çawa ku dewleteke nijadî qebûl nake û bê şik welatiyên xwe yên kurd bi tenê nahêle.

Ebadî herwisa destnîşan kir: Îmkana bi zorê ji xelkê xwestin ta ku karekê ne bi dilê xwe cih bînin nayê qebûlkirin û dê rastî işkestê were herwisa ku Rejîma Beis a Iraqê işkest xwar.

Ebadî herwisa ji gelê Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku kanê lêkolînê bikin ew nifta vê herêmê ku hatiye firotin diravê vê niftê pê çi kirine.

Serokwezîrê Iraqê got: Her çend çar yekek ji nifta hemû Iraqê ji bîrên nifta Herêma Kurdistana Iraqê tê dest, lê karbidestên vê herêmê mûçeya karmendên xwe jî nedaye û eva dirust nîne ku mal û heyiya giştî ya vê herêmê li destê birek ji kesayetî û berpirsan bibe.

Ebadî destnîşan kir: Siyasetên dijminane yên Herêma Kurdistana Iraqê dê bibe sebeb ku ev herêma ji alîkariyên navnetewî bê parûpişk bimîne.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam