Xaca Sor a efrîna Sûriyê:

Ji ber êrişên Tirkiyê ser Efrînê 63 kesên sivîl hatine kuştin

Xaca Sor a efrîna Sûriyê li rapora xwe ya duh duşemê ragihand ku ji destpêka êrişa Tirkiyê ser Efrînê 63 kesên sivîl hatine kuştin û zêde ji 150 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Skayî News`ê, Xaca Sor a efrîna Sûriyê bilî ragihandina hejmara kuştî û birîndarên êrişa Tirkiyê ser Efrînê, herwisa artêşa Tirkiyê tawanbar kir ku hema bê hedef û armanc ev bajara kiriye hedefa topxaneyên xwe û para pirtir a kesên ku dibin qurbanî jî kesên sivîlin.

Feran Okuvîza nûnerê Yûnîsif`ê li Sûriyê pêştir ragihandibû ku 125 hezar ji xelkê Efrînê ji bajarê xwe derketine û awareyî navçên din bûne.

Stefan Ducarîk berdevkê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî jî nîgeraniya xwe ji êrişên Tirkiyê ser Efrînê daye diyarkirin û ji Tirkiyê xwest ku kesên sivîl neke hedefa êrişên xwe.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê ji roja şemiya buhurî ve operasyona vî welatî ya qaşo Çiqila Zeytûnê li dij bajarê Efrîna li bakûra Sûriyê, berovajî qanûnên navneteweyî yên ji bo vergirtina îznê ji dewleta qanûnî ya Şamê, dijî hêzên ku Amerîka pişta wan digire,da destpêkirin.

Eva li halekê ye ku dewleta Sûriyê berî niha li ser binpêkirina qada hewayî û yekperçetiya axa vî welatî ji aliyê Tirkiyê ve hişyarî dabû û ev karê Enqerê, destdirêjî bi nav kiribû.
...........
300

.............
300

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018