Ji Rêberê Înqilabê 12 tewsiye li hikûmeta 12’mîn;

Bo çareserîya kêşeya gel a debarê pêwîstî bi karê cihadî û bênavber heye/Bi berxwedana dijî pergala zordest serbilind bin.

  • Kodê Nûçe : 851075
  • Çavkanî : Abna
Brief

Rêberê Înqilaba Îslamî ligel îşareya bi zerûrîbûna “kar û xebata cihadî û çenqatî ya rayedaran bona ji nav birina pirsgirêkan” û beyankirina tewsiyeyên di warên “kesayetî, reftarî û xebatî” de ji bo endamên heyeta hikûmetê, “abûrî û kêşeyên gel ên debarê” wek meseleya herî girîng a welêt li qelem da û bal kişand ser ku beralîkirin divê ji “abûrîya kedxwar û girêdayî neftê” veguherin “abûrîya hilberîner û gelparêz”.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Rêberê Înqilaba Îslamîya Îranê Hezretê Ayetullah Xamineyî roja Şemîyê danê sibeyê, di hevdîtina ku bi minasibeta hefteya dewletê ligel serokkomar û endamên hikûmeta dozdehemîn pêk hat de, amaje bi pêwîstîya “kar û xebata cihadî û çenqatî ya rayedaran bona ji nav birina pirsgirêkan” kir û ligel beyankirina tewsiyeyên di warên “kesayetî, reftarî û xebatî” de ji bo endamên heyeta hikûmetê,  “abûrî û kêşeyên gel ên debarê” wek meseleya herî girîng a welêt hesiband û bal kişand ser ku beralîkirin divê ji “abûrîya kedxwar û girêdayî neftê” veguherin “abûrîya hilberîner û gelparêz”.

Rêberê Înqilaba Îslamî ligel dihindana hefteya dewletê û yad û bîranîna Şehîd Recayî û Şehîd Bahuner wek du navên mayinde û nemadîn/sembolîk, diyar kir: “Tevî ku dewrana berpirsyarîya van du mirovên gewre gelek kin bû û derbarê performansa wan ya îcrayî de mirov nikare darazekê bike jî lê her tim bi xêr û xweşîyê qala wan hatiye kirin û hatine pesinandin. Û sedema vê jî taybetmendîyên wan ên rûhî ne; yên wekî şorişgerî, bawermedî û durustîyê”.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser ku xesletên manevî yên Şehîd Recayî û Şehîd Bahuner divê bibin mînaka hemû rayedar û zilamên dewletê û her wiha teqdîra xwe ji ber zor û zehmetî û hewldanên hikûmeta yazdehemîn û wezîrên ku di hikûmeta yazdehemîn de cih nagrin, anî ziman û wiha lê zêde kir: “Hêvîdar im dewleta yazdehemîn ligel diyarkirina wezareta vejeniyê ku wek wezaretek girîng tê hesibandin û her wiha ya zanist û lêkolînê ku wezaretek gelek girîngtir e, erkên xwe bêkêmasî bicî bîne”.

Wî her wiha pêkhatina hikûmeta yanzdehem di dema xwe ya diyarkirî de; çi li dar ketina hilbijartinan, merasîma tayin û sondxwarinê û çi jî girtina dengê pêewletiyê ji meclîsê be, bi giştî pêkhatina hêsan a pêvejoya teşegirtina hikûmetê, pir girîng û kêmpeyda li qelem da û destnîşan kir: “Ev mawe û dem ji bo encam dana karên mezin ne mawe an demeke kurt e, eynî mîna ku Emîr Kebîr di heyama desthilatdarîya xwe ya sê salî de karên mezin kirin, niha jî pêdivîya welêt bi xebatên bi vî rengî heye”.

Rêberê Înqilaba Îslamî di dewama axiftina xwe de hin şîret li serokkomar û endamên hikûmeta yazdehemîn kirin ku yekemîn şîreta wî, “ji bo xizmeta gel û çareserkirina kêşeyên wan wek benîyên Xwedê hebûna nîyeta îlahî bi mirov re” û “xûgirtin û unsîyeta ligel Quran û duayan” bû.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di şîreta diyem de îşare bi pêwîstîya “rûhiyete cihadî û xebata çenqatî ya bêdawî û bêgerew” kir û wiha dirêjayî da axiftina xwe: “Endamên hikûmetê ligel berpirsyarîya xwe ya hevbeş a di biryarên hikûmetê de, divê havkarîya wan bi hev re hebe û weke tîpekê bixebitin”.

Wî di şîreteke dî de wiha bang li hikûmetê kir: “Ji bihîstina dengê dijber û mixalif re bênfireh bin û bi rêya jor ve birina hîlm û rûnermîya xwe ya ji şiyana derûnî pêk tê, pêşwazîya rexnekirinê bikin û jê sûd werbigrin”.

“Peyvendîya nêzîk bi gel re bi mebesta baştir têgihîştina rasteqînîyên jiyana gel” şîreta bêncem ya Rêberê Înqilabê bû û di vê derbarê de destnîşan kir ku “avakirina beşa peyvendîyên xurt ên komalî ” û “derketina seferên parêzgehan” pir baş û kêrhatî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî şeşemîn şîreta xwe ji mijara “pêwîstîya bi parastin û xurtkirina rûhîyeta gel û xwe dûrxistina ji mezaxa zêde û jiyana arîstokratîk” re weqetand û di beyana şîreta xwe ya heftem de wiha pêde çû: “Tevgerên çandî dibin an ên abûrî û xizmetkarî dibin, bi giştî ji tevgerên gel ên mîna komanên cihadî an çandî yên ku exleb xweser in û ji xweberê dikelin re bibin alîkar û rê li ber vekin”.

“Di hilbijartina hevkar û midûrên pileya jêrîn de li ber çav girtina kêrhatîbûn, dîndar û şorişger bûn, xebatkarî û karê cihadî” heştemîn tewsiye û şîreta Rêberê Înqilaba Îslamî bû û di vê derbarê de got: “Ger hevkar û midûrên we ji kesên ku xwedî van xisletan e nebin û pê re ev xisletene tinebin, dê meqsed û armancên we neçin serî. Çiwa ku plana veguherîna hîndekarî û perwerdehîyê û nexşerêya berfireha zanistî ya welêt, ligel zor û zehmetîyên ku hatin kişandin, her wekî diviyabû, negihîşte encamê”.                                

 Hezretê Ayetullah Xamineyî, bal kişand ser mijara“çavdêrî û şopandina jêrekomê ” û her wiha “çêkirina bernemeyeke deqîq, îlmî û hatî tedvînkirin” û di beyana şîreta yanzdehem de jî got: “Di biryarsitandin û peyanan de tevî li ber çav girtina belgeyên joredest û belgeya perspektîva paşerojê û qanûnên ji hêla meclîsê ve hatine teswîbkirin, divê hûn biwêrin û bi we re rûhîyeta rîsk kirinê hebe ”.

Şîret û tewsiyeya herî dawî ya Rêberê Înqilaba Îslamî, li ser babeta “li berçav girtina pêşikîyan di her warî de û hûr û kûr bûna li ser pêşikîyên bingehîn ” bû.

Rêberê Înqilaba Îslamî, li ser pêwîstîya veguherîna berîlikirina abûrîya welêt ji “abûrîya kedxwar û girêdayî neftê” ber bi “abûrîya hilberîner û gelparêz” te`kîd kir û lê zêde kir: “Pêwîste hûn abûrîyê ji neftê xelas bikin û ev armanca girîng li gorî şiyana însanî, derfet, îmkan û qabilîyetên heyî pêkan e, her wekî ku hin welatan bêyî neftê, ev kar encam dana”.

Îmam Xamineyî di beşeke din a axftina xwe de “parastina oryantasyon û rûhîyeta înqilabî û dînî di dîplomasîyê de” weke xaleke girîng da zanîn û bal kişdand ser ku: “Di meseleyên dîplomasîyê de divê serê me bi înqilaba me bilind be û ji ber ku em li gorî zagon û normên neteweyî ango di çarçoveya normên mîna berxwedana li hemberî îstikbarê, dijberîya zilm û zordarîyê û serîrakirina li dijî sîstema serdest tevdigerin, divê em xwe biîzzet hîs bikin û pê şanaz bin”.

Wî destnîşan kir: “Girêdayî bûna bi norm û helwestên înqilabî dibe baîs ku mirov bijarte bibe û bibe xwedî kesayet û kesên din diengîzine ku ji meriv re rêzê bigrin. Her wiha ti nakokîya vî karî jî bi sudwergirtina ji nermbûn, tewandin û qerfokên hunera dîplomasî re nîne”.

“Vekirina sîwana dîplomasîyê di ser hemû diyayê re” û “bala xwe komî ser têkilîyên bi çend welatên mehdûd re nekirin” xaleke dî ji xalên ku Rêberê Înqilabê di warê sîyasete derveyî de anîn zimên, bû.

Wî lê zêde kir ku: “Di warê dîplomasîyê de divê meriv çipik, aktûel, bi nijd û hişyar tevbigere û bi saya litfa Xwedê, çawa ku heya niha hûn pêşve çûne û li hember dijmin li berxwe daye, ji vir şûn ve jî hûnê bi eynî şeklî di rêya xwe de bimeşin”.     

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*