Kabol kete ber êrîşa çend rokêtan

  • Kodê Nûçe : 861969
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Paytexta Efxanistanê demjimêr şeşa îro li gorî dema herêmî kete ber êrîşa bi çend rokêtan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Xinhuayê, ji ber avêtina du mûşekan li ser navenda bajarê Kabola paytexta Efxanistanê, tirs û xuf li nav rûniştiyên vî bajarî çê bû.

Li pey avêtina du mûşekan li nêzikî cihê mayîna çekdarên biyanî li navenda bajarê Kabolê, ji baregeha NATOyê û hin balyozxaneyan dengê Zengila Xeterê hat bihîstin.

Heta niha hûrgilliyên zêdetir li ser vê êrîşê nehatine weşandin.

Duh jî ji ber teqînên li pey hev li Mizgefta Îmam Zeman (S) li rojavaya Kabolê û mizgefteka din li şaristana Dulîneya parêzgeha Xûrê ya Efxanistanê zêde ji heftî kes ji nimêjkaran şehîd bûn û hejmareka din jî birîndar bûn.

Koma têrorîst a DAIŞê berpirsiyariya van êrîşên têrorîstî girte ustiyê xwe.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina van êrîşên têrorîstî û hevderdiya digel gel û dewleta Efxanistanê, destnîşan kir ku Îrana Îslamî heta jinavbirina tam a têrorîsmê, dê li kêleka dewlet û gelê berxwedêr ê Efxanistanê bimîne.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*