Rewşa mirovî ya li Yemenê bi karesat e

Rewşa mirovî ya li Yemenê bi karesat e

Kêmbûna dermanan û dorpêça Yemenê. rewşê li seranserê vî welatî, bi taybet li parêzgeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê, girantir kiriye.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala têlêvîzyonî ya AL ALAM`ê, berbelavbûna nexweşiyên curbicur û kêmbûna derman û pizişkan, nexweşxaneyan li bajarên curbicur ên Yemenê rastî pirsgirêka xizmetgihandinê anîne.

Pizişkekî nexweşxaneya El Suwere li Hudeydeya Yemenê, ji bilî ku rewşa mirovî ya li Yemenê bikaresat da zanîn got: Dorpêç û şertûmercên şêrr, rewşa pişka tendirustî û dermankirinê pirr xistine bin bandora xwe.

Li gorî raporan, niha nexweşxane û navendên dermankirinê li Yemenê, tijî nexweş in û pizişk jî bi awayekî xwebexş û bêyî miaş kar dikin.

Saziya Tendirustiya Cîhanî, bi caran ragihandiye bi sedan welatiyên yemenî, tûşî nexweşiyên kolêre û dîftîriyê hatine û niha ji ber berbelav û berfirehbûna van nexweşiyan, canê welatên zêdetir xistine ber gef û xeterê.

Erebistan bi piştevanioya Amerîka, Mîrekên Yekgirtî yên Erebî û çend welatên din, ji Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û hevgavê vê yekê ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye. Di encama şerrxweziya Erebistanê û hevgirtiyên wê li Yemenê de tevî ku bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne, bi mîlyonan yemenî jî aware bûne.

Şerrxwaziya Erebistanê herwiha welatê hejar ê Yemenê rastî kêmbûna zav a madeyên xwerinê û dermanan aniye û bûye sedema berbelavbûna nexweşiyên curbicur.
.................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*