Kuştina tekfîriyê herî binavûdeng ê almanî li Sûriyê

Kuştina tekfîriyê herî binavûdeng ê almanî li Sûriyê

Medyayeke nêzîkî koma terorîstî ya DAIŞ`ê raghand ku tekfîriyê almanî yê herî binavûdeng li Sûriyê hat kuştin.

Li gorî rapora Alman Newsê,  medya Wefayê ser bi DAIŞ`ê roja îniyê kuştina  Denîs Kaspêrt, tekfîriyê herî binavûdeng ê almanî li Sûriyê piştrast kir û hin wêneyên  meytê wî weşandin.

 Li gorî vê raporê, Kaspêrt ku serdemekê  stranbêjê repê bû du rojan  berî niha yanê 17 Çillê li Dêrazora rojhilata  Sûriyê hatiye kuştin.

  Denîs li warê wergirtina endaman bo DAIŞ`ê roleke  berbiçav hebû û her wiha ji êrişên terorîstî li Ewrûapyê piştgirî dikir.

Qeyrana  Sûriyê ji sala 2011`an  ve bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û hin welatên  rojavayî û ereb ên navçê ve piştgirî dibin ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qeznaca  Rejîma Siyonîstî destpê bû lê ev hewldan ji ber piştgiriyên gelanî û bereya berxwedanê bêencam mane û ev welata  di ber serketina  tam li hember terorîstan de ye.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*