kuştiyek û 9 birîndar li encama êrişên Emerîkayê ser Dêrazora Sûriyê

kuştiyek û 9 birîndar li encama êrişên Emerîkayê ser Dêrazora Sûriyê

Li encama êrişên hewayî yên hevalbendiya li dijî terorîzmê ya bi serkirdetiya Emerîkayê ser Dêrazorê li rojhilata Sûriyê, kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora  Mêhr Newsê  û ji zarê televîzyona  El-Minara  Lubnanê, her wiha  komên terorîstî, gundê Telderê li rojava  bajarê El-Selmiyê li derdora rojhilata  Hemayê li rojava  Sûriyê dan ber gullên hawanê ku li encama wê hin xisaret pêk hatin.

 Artêşa Sûriyê û hevpeyanên  wê jî roja duşemiyê bi pêşdeçûna  ber bi zewiya  Beyt Cinê li derdora  başûrê rojava  Şamê,  kontrola navça  El-Kînayatê bi dest xistin.

 Li encama pevçûna  artêşa Sûriyê tev terorîstên  bereya El-Nusre li vê navçê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin  û hejmarek jî birîndar bûn.

 Artêşa Sûriyê riya gîhandian alîkariyê navbera zewiya Beyt Cin ê Mexer El-Mîrê ku yek ji riyên herî giring  ên gîhandina alîkariyê bo koma terorîstî ya bereya El-Nusre ye, pêştir qut kiribûn.

 Li gorî gotia çavdêran, operasyona  eskerî ku artêşa Sûriyê ji çend hefteyan berî niha ve  li van navçana  li dijî bereya  El-Nusre cih aniye, du armancan dişopîne yekim sedestiya ser gundê Meqer Mîrê û armanca din, qutkirina  riyên gîhandina  alîkariyê  bo terorîstan e.

 Bi serdestiya artêşa Sûriyê ser Beyt Cinê,  dawîn û helwêsta  bereya El-Nusre li Qûta rojava  li derdora başûrê rojava Şamê ji destê vê grûpa terorîstî derkeve.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018