Larîcanî: Roja Qudsê, roja aşîkarkirina cinayetên Rêjîma Sîyonîst e

  • Kodê Nûçe : 838217
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser lidarxistina merasimên Roja Cîhanî ya Qudsê li gellek welatên cîhanê û got: Roja Qudsê, roja aşîkarkirina rûyê Rêjîma Sîyonîst e.

Elî Larîcanî îro got: Îmam Xumêynî (rh) bi kifşkirina Roja Cîhanî ya Qudsê li hemberî hewldana welatên rojavayî jibo veşartina cinayetên Rêjîma Sîyonîst ên li dijî gelê mezlûm ê Filistînê sekinî.

Larîcanî herwiha got: Tevî astengîderxistinên Amerîkayê û hin welatên din ên rojavayî jibo girtina pêşîya lidarxistina bicoş a merasima Roja Cîhanî ya Qudsê, ev roja bûye hereketeke mezin û teşhîrker li dijî Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst ku alîkarîyê dide teşhîrbûna fêl û fendên wan.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li ser piştgirîya Rêjîma Sîyonîst ji komên têrorîst sekinî û got: Ev rêjîma bi alozkirina herêmê bi dû pêşdabirina armancên xwe yên cinayetkarane li erdên dagirbûyî ye.

Larîcanî li bara êrişa xurt a mûşekî ya Îranê ser çeperên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê û peyama wê jibo Amerîka û Rêjîma Sîyonîst jî pêkutî kir: Ev êrişa fikrekî baş û kêrhatî ji hêlên curbicur ji wan ji hêla dem û cura êrişê bû.

Larîcanî got: Êrişa ser çeperên DAIŞ`ê li Sûrîyê, ji hêla xurtbûna Komara Îslamî ya Îranê û derbelêdana li têrorîstan jî bibandor bûye.

Dayra ragihandinê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bargeha fermandetî û navenda kombûna terorîstên tekfîrî li Dêrezora Sûriyê jibo standina heyfa xwîna şehîdên Tehranê yên ji ber êrişa terorîstan, bi çend mûşekan roxandin û gelek ji wan kuştin.

 

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*