Lêpirsîna rejîma Alê Xelîfê li sê alimên Şiî / Binçav kirina 17 xwepêşanderên Behreynî di nava hefteyekê de.

  • Kodê Nûçe : 823517
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sê alimên dînî yên Behreynê ku ji bo lêpirsînê hatibûn vexwendin, îro berêvarê îfadeya xwe dane dadegeha Alê Xelîfê.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, dadgeheke Behreynê roja Çarşemê li sê alimên dînî yên Şiî yên vî welatî lêpirsîn vekir.

Kanala nûçeyan a Lu’lu’ ragihand: Rayedarên darizandinê yên Behreynê roja bihorî bi riya danezanekê gazî kirin ku sê alimên dînî yên Şiî îfada xwe bidin dadgehê.

Şêx Elî el-Cufeyrî, Şêx Huseyn el-Murzeq û Şêx Muhammed Seyyad sê alimên dînî yên Beyrenî ne ku bona lêpirsînê, gazî dadgehê hatine kirin.

Dewleta Behreynê piştî betalkirina tab`itîya Şêx Îsa Qasim rêberê menewî yê Şiîyên Behreynê, zexta xwe li ser alimên dînî yên vî welatî zêdetir kiriye.

Li hêla dinê, navenda mafên mirovan a Behreynê di amarên xwe yên heftane de li ser babeta êrişên rejîma Alê Xelîfê yên li dijî xwepêşanderan ragihand ku di nava hefteya ewil a vê mehê de 17 xwepêşander hatine binçav kirin.

Navenda mafên mirovan a Behreynê roja Çarşemê jî reporek weşand û tê de daxuyand ku li hefteya ewil a meha nîsanê, zarokek jî di nav de 17 xwepêşander û mixalifên Behrenî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Di dewema danezanê de tê gotin ku di meha nîsanê de ji roja sêyem heya roja nehem 37 rêpîvanên aştîyane li 22 deverên cuda yên Behreynê hatine li darxistin ku jê şeş rêpîvan bûne hedefa êrişa hêzên rejîmê û bi tundî hatin serkutkirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*