Leşkerên Suûdî li Ewamîyê êriş birin ser mala hemwaletîyekî Şiî û sê endamên malbatê bin çav kirin.

  • Kodê Nûçe : 828095
  • Çavkanî : Abna
Brief

Hêzên leşkerî yên rejîma Alê Suûd li navanda bajarê Qetîfê êrişî mala Muhamed el-Ferec kirin û yekser gule lê barandin û sê endamên malbata wî girtin bin çavan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, hêzên ewlekarî yên rejîma Suûdî wek berdewama êrişên xwe yên bi ser herêma Şiînişîn a Ewamîyê û nîştecihên wê de êrişî mala hemwaletîyekî din kirin û sê kes ji endamên malbata wî xistin bin çavan.

Leşkerên rejîma Alê Suûd li navanda Qetîfê hicûmî mala Muhamed el-Ferec ya li Ewamîyê kirin û mala wî yekser dan ber guleyan û dû re sê kes ji endamên malbata wî kirin bin çavan.

Rejîma Alê Suûd li hember her cûre rexne an îtiraza Şiîyan bêtehemmul e û bi tundî wan serkut dike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam