Li Ezazê teqîn pêk hat û Kuştî û birîndar jî hene

 Li Ezazê teqîn pêk hat û Kuştî û birîndar jî hene

Li bajarokê Ezazê yê Sûriyê teqînek qewimî, li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Ezazê yê bakurê Helebê ser sînorê Tirkiyê teqînek di nav depoya ardûyê de çêbû û li gorî zanyariyên destpêkê 7 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî çalakvanên xwecî, teqîn li devera pîşesazî ya rojhilatê Ezazê çêbûye û yekser ambûlansan kuştî û birîndar veguhestine nexweşxaneya Hîlal a Şîn.

Di çend mehên dawî de li bajarokê Ezazê ku di destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, çendîn teqîn çêbûne û gelek caran jî komên çekdar, YPG bi pêkanîna wan teqînan tometbar kiriye. Herwiha komên çekdar bixwe jî dijî hev teqînan pêk tînin.

...................

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018