Li Musilê di encama êrişa mûşekî ya bi ser medresekê de bi dehan kes hatin kuştin

  • Kodê Nûçe : 828101
  • Çavkanî : Abna
Brief

Heyeta Alimên Misilmanên Îraqê, bûyera êrişa mûşekî ya bi ser medreseya el-Wîla ya li rojavaya Musilê, wek komkujîyekê bi nav kir û lê zêde kir: Koalîsyona Amerîkayê bi hemdî ev medresê bombebaran kiriye.

Ajansa Nûçeyan a Abnayê ragihand li rojavayê Musilê medreseyek ket ber êrişa mûşekî û di encamê de 18 zarok û 29 jin jî di nav de 81 kesên sivîl hatin kuştin.

Çavkanîyeke ewlekarî ya Îraqê got: Vê êrişê, medreseya el-Wîla ya li taxa 17 cûlayê ya ku penaberên Îraqî lê penihî bûn kir hedef.

Heman çavkanîyê got: Hejmareke zêde ya qurbanîyên vê êrişa hovane, jin û zarokên Îraqî ne.

Li gor amara ku efserekî polîsan yê Îraqê raber kir, di vê êrişê de 34 mêr, 29 jin û 18 zarok hatin kuştin.

Li gorî ragihandina ajansên nûçeyan, li medreseya navborî 30 malbat nîştecih bûn ku di pêy bomberanê re ti yek ji wan zindî nehatiye der.

Li hêla dinê, Heyeta Alimên Misilmanên Îraqê ku sazîyeke dînî ya Ehlê Sunnetê tê zanîn bi rêya daxuyanîyekê diyar kir ku ev medrese ne bi şaşîtî, bi zanabûn hatiye bombebaran kirin.

Heyeta Alimên Misilmanên Îraqê, ev bûyer wek komkujîyekê wesifand ku ji despêka dakirkina Îraqê ve derheqê gelê vî welatî de rewa tê dîtin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*