Li nêzî Ramallahê çalakiya şehadetxwazane pêk hat; 3 leşkerên Îsraîlî mirin an birîndar bûn.

  • Kodê Nûçe : 822284
  • Çavkanî : Abna
Brief

Ciwanekî Filîstînî li nêzî Ramallahê di çalakiyeke şehadetxwazane de çok li leşkerekî sihyonîst şikand.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Ciwanekî Filîstînî roja Bênçşemê li bakûrê Ramallahê li nêzî bajaroka Cihûyan ya Ewferê çalakiyeke berxwedanê li dar xist û erebeya xwe bi ser komek leşkerên Îsraîlî de ajot û di encamê de leşkerekî sihyonîst mir û du leşker birîndar bûn.

Çapemenîya Filîstînê ragihand çalakvanê vê operesyonê, ciwanê 21 salî yê bi navê Malîk Ehmed Musa Hamid bûye û ji alîyê hêzên ertêşa Îsraîlî ve hatiye binçavkirin.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê te`kîd kir ku serhildana Qudsê dê riya xwe bidomîne û ji bilî azadîyê ti serencameke xwe dê nebe.

Berdevkê Hemasê tesrîh kir: Vê întîfazê peyîtand ku rûdaneke demborî nîne û Filîstînîyan teva cehda xwe kirine yek da ku ji penceyên dakirkerên sihyonîst azad bibin.

Berdevkê Hemasê Hazim Qasim bi bîr xist: Bajaroknişîn û leşkerên sihyonîst heya ku binpêkirina mafên miletê Filîstînê û dagirkina erdên wan û êrişên xwe yên li ser nirxên pîroz ên vî miletî berdewam bikin, dê ti cara xwe di nav ewlehîyê de hîs nekin.

Wî, bertek nîşanî çalakiya roja Bênçşemê da û got: Vê operasyonê nîşan da ku miletê şorişger û têkoşer ê Filîstînê li Keviya Başor, berwxedanê wek wezîfe û erka li ser milê xwe dijmirin.

Hazim Qasimê ku daxwaza piştgirîya hemû layane ji bo întîfazeya Qudsê kir, bal kişand ser ku ev mesele wek erkekê û pêşika netewî tê hesibandin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam