Li Pakîstanê sê rojan şîna giştî

  • Kodê Nûçe : 838834
  • Çavkanî : Abna
Brief

Li pêy du teqînên li bajarê Paraçinar ê Pakîstanê sê rojan şîna giştî li vî welatî hate ragihandin.

Abna / Li pêyî rûdana du teqînên li bajarê Paraçinar ê Pakîstanê, partîya meclîsa yekîtîya misilmanan sê rojan şîna giştî li welatî îlan kir.

Sekreterê giştî yê partîya navborî Race Nasir Abas Caferî, doh roja şemîyê wek “roja protestoyê” û şemî, yekşem û duşem jî wek rojên şîna gelemperî ragihandin.

Meslîsa yekîtîya misilmanan her wiha ligel şermezar kirina cinayetên tekfîrîyan, bang li rêveberîya Pakîstanê kir ku li gorî plana teşebusa neteweyî tevbigerin û dawî li terorîstan bînin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku roja înê, 2ê tîrmeha 2017an –ku li Pakîstanê wek “îna xatirxwazîyê” tê binav kirin – du teqîn li bajarê ser sînor ê Paraçinarê rûdan û di encamê de 18 kes şehîd û 70 kes jî birîndar bûn. Ev teqînene li taxa bi navê “Bazara Ekberxan” ya vî bajarî û dema ku hejmareke zêde ya gel bi danûstandina ji bo fitarê û her wiha ji bo îda Remezanê re mijûl bûn, pêk hatin.

Di pênc mehên borî de, eve êrîşa siyemîn a xofnak û terorîstî ye ku li bajarê Paraçinarê rûdide.

Li gorî Şîeyên Pakîstanê, hêzên dewletê ligel terorîstan hevdest in.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*