Li taxên başûrê Reqqayê şer giran e, 16 terorîst hatin kuştin

  • Kodê Nûçe : 837398
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Li taxên başûrê bajarê Reqqayê her diçe şer û pevçûn dijwar dibin. Di şer û pevçûnên 24 saetên dawî de heta niha 116 terorîst hatin kuştin.

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê kete roja 14`an û li taxên başûrê bajarê Reqqayê her diçe şer û pevçûn giran dibin. Di şer û pevçûnên 24 saetên dawî de heta niha 116 terorîst hatin kuştin. Li başurê Reqqayê şervanên HSD depoyek cebilxaneya terorîstan desteser kir.

Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞ êrişî taxên Betanî (El-Beyatra) û El-Berîd kirin. Li ser bersivdayîna mîlîtanên HSDê de li herdu taxan şerê giran derket. Şer heta demên berî vê sibehê jî dewam dikir. Li gorî zanyariyên berdest, li herdu taxan herî kêm 16 terorîst hatine kuştin û termê 4 DAIŞiyan ketiye destê HSDê.

Ji xeyrî rojhilat û rojava, şervanên HSDê ji milê başûrê bajar jî pêşdeçûna xwe ya ber bi navenda Reqqa didomînin. Ev şev û rojeke li vî milî şer diqewime.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*