Lidarxistina rê û resmên şeva Qedirê û şeva şehadeta Îmamê ewil ê şîeyan li Îrana Îslamî

  • Kodê Nûçe : 836849
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rê û resmên taybet ên şeva 21 meha pîroz a Remezanê, duyemîn şev ji şevên Qedirê û şeva şehadeta hezretê Elî, Emîr El-Momînîn li seranserê Îrana Îslamî bi beşdariya berfireh a gel li mizgevt û navendên mezhebî hat lidarxistin.

Evîndarên  îmamet û wilayetê li şeva  21an  a meha pîroz a Remezanê û duyemîn şev ji şevên  Qedirê li mizgevt, tekaye û huseyniyan,  merqedên paqij ên îmam û îmamzadeyan û cihên din ên mezhebî yên seranserê Îranê li dora hev civiyan û  bi xwendina Quranê heya serê sibehê û bi gotina El-xews El-xewsê, duaya Coşenê Kebîr û navên eizem ên Xwedê anîn zimên.

Pesinbêj û medahên ehlê beytê ismet  û teharetê (s) jî li  resaya  mewlayê  muteqiyan hezretê Elî (s) newhe  û mersiye xwendin.

Paşîva 19`ê meha pîroz a Remezanê, Ibnê Mulcemê Muradî, ji koma Xewarêc, li halekê ku hezretê îmam Elî (s), îmamê yekem ê şîeyan, nimêja sibê cih dianî, şûrê xwe yê bi jehrawî li ser serê wî xist.

Îmamê yekem ê şîeyan, piştî ku derbe lê ket, li malê ma û du rojan piştî vê yekê yanê roja 21`ê meha pîroz a Remezanê şehîd bû. Şevên 19, 21 û 23`ê meha pîroz a Remezanê, şevên Qedirê ne û misilman bi hişyarmayîna li şevê, girtina Quranê li ser serî, xwendina duaya Coşenê Kebîr, bi Xwedayê xwe re diaxivin.

Şeva Qedirê, şevek e ku li hemû salê de tu şevek wekê wê nîne û ibadetkirina di vê şevê de baştir ji her karekê li hezar mehê ye û di vê şevê de çarenivîsa salê, kifş dibe.

Xelkê momin ê Îrana îslamî, li şevên Qedirê bi amadetiya li mizgevt û cihên din ên mezhebî bi taybet li bargeha paqij a Îmam Riza (s), îmamê heştan a şîeyan li bajarê Meşhedê li bakûrê rojhilatê Îranê, mizgevta Cemkeranê û bargeha paqij a Hezreta Mesûmê (s) li Qumê (başûrê Têhranê), rê û risma şeva qedrê cih tînin.

Radiyo û têlêvîyona Komara Îslamiya Îranê, gihîştina salroja şehadeta îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, sersaxî dibêje hemû misilmana û azadîxwezên din ên cîhanê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*