Mafê welatîbûnê yê bi sedan behrêyniyan ji sala 2012`an ve hatiye istandin

 Mafê welatîbûnê yê bi sedan behrêyniyan ji sala 2012`an ve hatiye istandin

Navenda Behrêynî ya Demokrasî û Mafên Mirovan a Selamê, li raporekê ragihand: Ji sala 2012`an ve heya niha mafê welatîbûnê yê 743 welatiyên behrêynî hatiye îbtalkirin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Kanala Nûçeyan a AL ALAM`ê, navenda behrêynî ya Demokrasî û Mafên Mirovan a Selamê, li rapora xwe ragihandiye: 7`ê Mijdara sala 2012`an, roja destpêbûna îbtalbûna mafê welatîbûnê ya welatiyên behrêynî bû ku wezîrê karên hundur ê Behrêynê, îbtalbûna mafê welatîbûnê yê 31 welatiyên wek alimên dînî, parlimanter, mafzan, mamosteyên zanîngehê û rojnamevanan ragihand.

Li gorî vê raporê, Dadgeha Behrêynê, pêncşemiya buhurî hikmê îbtalbûna mafê welatîbûnê yê pênc welatiyan da û bi vî awayî hejmara welatiyên ku ji sala 2012`an ve heya niha mafê wan ê welatîbûnê hatiye istandin, gihîşte 743 kesan.

Qanûna şskinîna li hember terorîsmê ya Behrêynê, terorsîm tam kivş nekiriye lê îzn dide rayedarên vî welatî ku mafê welatîbûna her kesekî ku fikir dike derbê li berjewendiyên welêt dide lê bistîne.

Li gorî xala 29`an a Rêziknameya Mafên Mirovan a Erebî ku Behrêynê jî ew îmze kiriye, mafê her kesî ye ku mafê welatîbûnê hebe û nabe ku kesek bi darê zorê yan bi awayekî neqanûnî ewê jê bistîne.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye şahidê şoreşa gelanî ya dijî Rejîma Alê Xelîfê. Xelkê Behrêynê dixwezin ku ev rêjîma wêde here û zîndaniyên siyasî azad bibin.

...............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018