Mohsin Rizayî:Perçebûna Iraqê destpêka bêewlehîtîyê li navçê ye

  • Kodê Nûçe : 852585
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê got: Perçebûna Iraqê netenê destpêka bêewlehîtîya berfire li Iraqê belkî li seranserî navçê ye.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Mohsin Rizayî sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li civîneke rojnamevanîyê li bajarê Bexdayê, di bersiva pirsa nûçegihanê kanala Al Mayadeenê li bara giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê got: Îran bi tundî li dijî her cure pêngava jibo perçekirina Iraqê ye û ev hêvîdar in ku ew giştpirsî neyê lidarxistin.

Wî herwiha got, Iraq welatek e ku hatîye naskirinê û endamê NY û yek ji endamên girîng ên peymanên herêmî ye û perçebûna vî welatî şaşitîyeke mezin e ku yê zîyanê bigihîne welatîyên iraqî nemaze welatîyên bakûra Iraqê û gefê li ewlehî, aramî û pêşketina wan dixwe.

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê got:Îran li dijî vê giştpirsîyê ye û em ji rêvebirên Kurdistanê dixwazin ku vî karî bisekinîn û vê rêyê nedomînin.

Rizayî tekez kir, sîyaseta Komara Islamî ya Îranê prastina yekperçetîya axa welatan, neguhertina sînorên navnetewî ye.

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê got:Amerîka bi piştgirîya ji komên têrorîst nemaze DAIŞ`ê li navçê lê digere Iraq û Sûrîyê aloz û bêistiqrar ragire.

Wî got: Amerîkî naxwazin ewlehîya tam li Iraq û Sûrîyê pêk bê û li dijî her pêngava ku bibe sedema ewlehîya mayinde li van du welatana derdikevin.

Rizayî tekez kir ku amerîkî naxwazin DAIŞ li herêmê jibo hertimî ji nav here û got: Sîyasetên Amerîkayê li navçê ji wan li Iraqê tûşî işkestê bûne.

Mohsin Rizayî basa işkesta sîyasetên sîyonîstan û amerîkîyan li warê pêkanîna dijminatîyê di navbera ereban û Komara Islamî ya Îranê de û birêxistina şerê şîe û sune kir û got: Têhranê ev hemî komplo pûç kirine.

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê herwiha bi bîr xist: Dijminê yekem ê cîhana isalmê, Rêjîma Sîyonîst e.

Rizayî tekezî li ser jinavbirina Rêjîma Sîyonîst kir û got, azadkirina Filistînê ji lepên vê rêjîmê pêwîst e.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*