Muzakirên Cenêvê têkildarî Sûrîyê 23`ê Sibatê destpê dibin

  • Kodê Nûçe : 811715
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Hemû aliyên pêwendîdar bi kirîza Sûriyê bo kongreya Cenêv-4 hatine vexwendin û danûstandin yê di 23`yê vê mehê de destpê bibin. Wezareta Derve ya Kazaxistanê jî radigihîne, di cîvînên Astanayê de wê binpêkirina agirbestê û rawestandina şêrr li Sûriyê bê gotûbêjkirin.

Hemû aliyên pêwendîdar bi kirîza Sûriyê bo kongreya Cenêv-4 hatine vexwendin û danûstandin yê di 23`yê vê mehê de destpê bibin. Wezareta Derve ya Kazaxistanê jî radigihîne, di cîvînên Astanayê de wê binpêkirina agirbestê û rawestandina şêrr li Sûriyê bê gotûbêjkirin.

Berdevka ofîsa nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffa De Mistura, Yara El-Şerîf ragehand ku, hemû aliyên pêwendîdar bi kirîza Sûriyê bo kongreya Cenêv-4 hatine vexwendin û di 23`yê vê mehê de yê danûstandin destpê bibin.

Li gor daxuyaniya Yara El-Şerîf berdevka ofîsa nûnerê Nneteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura hemû aliyên kirîza Sûriyê bo Cenêv-4 hatin vexwendin, biryar e şandên beşdar di danûstandinan de 20`ê vê mehê amade bibin daku, berî sê rojan civînên xwe bikin.

El-Şerîfê da zanîn ku, biryar bû kongre di 20`ê vê mehê de bihata lidarxistin, lê bo 23`yê mehê hat paşxistin û diyar kir ku, hemû şand wê civînan berî 3 rojan pêk bînin.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê ya opozîsyona wî welatî Mûnzir Maxos tekez kirbû ku, ew bi awayeke fermî hatine vexwendin.

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê jî radigihîne, di cîvînên Astanayê de wê binpêkirina agirbesê û rawestandina şêrr li Sûriyê bê gotûbêjkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Kazexistanê Xîret Ebdilrehmanov ragihand, civînên Astana ji bo  gotobêjkirina krîza Sûriyê, biryar e tê de çavdêriya agirbestê û sizakirina aliyên ku ew agirbest binpê kirine were gotûbêjkirin.

Herwiha diyar kir jî, herdu şandên Rûsîya û Sûriyê  gihiştine Astanayê û got ew niha li benda şandên Îran û Urdinê ne ku bigihîjin Astanayê.

Ebdilrehmanov da zanîn jî, ew li benda berisva Tirkiyê ne di demekê nêz de ji bo tekezkirina beşdariya opozîsyona çekdar ya Sûriyê di civînên Astanayê de yan na.

Biryar e di 15 û 16 vê mehê de şandên hikûmeta Sûrîyê û opozîsyona vî welatî li Astanayê bicivin, ji bo amadekariyên civîna Cenêvê ya ku biryar e di 23 vê mehê de bi serpereştiya Netewên Yekbûyî birêve biçe.
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam