Namzetên hilbijartinên Îranê dest bi pêşkeşkirina bernameyên xwe yên pêşerojê kirin.

  • Kodê Nûçe : 826458
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Hesen Rûhanî, Seyd Îbrahîm Reîsî, Seyd Mistefa Aqa Mîr Selîm, Mihemed Baqir Qalîbaf, Seyd Mistefa Haşimî Teba û Îshaq Cejhangîrî, berendamên duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê li ser bernameyên pêşerojê axivîn.

Hesen Rûhanî serokomarê niha û berendamê Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê roja bêncşemê li bernameya xwe ya hilbijartinê li hevpeyivîna radyoyî, mijara sereke ya bernameyên xwe dewama Navînrêtiyê da zanîn û got: ``Îslama Navînrêtî û Îslama rehmaniyetê, bingeh û esasa meşiyana durust a gelê Îranê ye``.

Rûhanî yek ji dilgiraniyên xwe pêkanîna şol û xebatê ji bo ciwanan da zanîn û got: ``Kêmkirina înflasiyonê, wêdadayîna paşketinê, wergirtina geştyaran û zêdekirina berhemêîn ji bilî niftê ji bo pêkanîna şol û kar û geşeopêdana ewlehiyê û danûstandina digel cehanê ji bernameyên dewletê li çar salên bihurî da bûne û ev pêvajo dê were domandin``.

Seyd Îbrahîm Reîsî berendamê din ê Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê jî roja bêncşemê piştî qeydkirina bernameya xwe ya propagandayî li koma nûçegihanan, tevî pêgiriya li ser pêkanîna dewleta pirralî bi amadebûna birêvebirên hemû bereyên siyasî, got: ``Ez ê ji hemû derfetên heyî û hêza însanî ya kêrhatî û hêja bêyî berçavgirtina alîgiriya partî û destebendiyên siyaî sûdê werbigirim``.

Seyd Îbrahîm Reîsî her wiha got: ``Bi saya bikaranîna hemû derfetên welêt û pêkanîna hevdengiyê, pirsgirêkên cihanînê û yên aborî yên Îranê tên wêdadayîn``.

Mihemed Baqir Qalîbaf ji berendamên Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê jî roja bêncşemê li axaftinekê li gotûbêja xwe ya qeydbûyî ya têlêvîziyonî digel gelê Îranê, li ser berçavgirtina mijarên çandî û aborî pêgirî kir û got: ``Bi hevkarî û yekîtiya gel, welatê Îranê wê hertim serketî be``.

Qalîbaf, Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi ``Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar`` wek belgename û soznameya neteweyî ya gelê Îranê da zanîn û got: ``Divê em hewil bidin ku mafê gelê Îranê ji aliyê hember werbigirin da ku derfetên vê lihevkirinê ji bo berhemanîna navxweyî bên bikaranîn``.

Wî her wiha amaje bi aramî û ewlehiya niha ya Îranê jî kir û got: ``Eva li halekî ye ku perwerdekarên têrorîstan li Ewropa û welatên navçeyê bixwe tûşî bêewlehîtiyê bûne``.

Seyd Mistefa Aqa Mîr Selîm yekî din ji berendamên Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê jî pêkanîna kar û şolê, mal û mesken, dabînkirina civakî wek mafê gelê Îranê zanî û ji gelê Îranê xwest ku li ser esasa naskirina deqîq a şiyan û hêjatiyan, dengê xwe bidin berendamê hêjatir.

Aqa Mîr Selîm her wiha li warê sekinîna li hemberî komployên Amerîkayê û dabînkirina ewlehiya Îranê jî got: ``Komara Îslamî ya Îranê her tim nîşan daye ku gefek li dijî tu welatekî nîne; Lê ji bo dabînkirina ewlehiya xwe karên lazim û guncaw dê pêk bîne``.

Seyd Mistefa Haşimî Teba yekî din ji berendamên Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê jî berî qeydkirina bernameyên xwe yên hilbijartinî yên dervesînorî li koma nûçegihanan, got: ``Divê em bi tevdîrê û berçavgirtina xalên navneteweyî, li hemberî siyasetên dijî Îranê rawestin``.

Haşimî Teba her wiha li ser bikaranîna derfetên îraniyên derveyî welêt pêgirî kir û got: ``Dê Îran digel welatên cehanê ji bilî welatên ku bi fermî nas nake, li ser esasa hevtêgihîştin, hevkarî û şert û mercên edlane û nebûna destwerdanê, têkiliyê dayne``.

Ishaq Cehangîrî cîgirê yekem ê serokomêr û berendamên Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê jî pêştir li gotûbêja radyoyî li ser şopandina siyasetên `Abora Berxwedanê`, jinavbirina rebentî û belengaziyê ji nav civaka îslamî pêgirî kiribû.

Cehangîrî got: ``Biryarên serokomêr li çarenivîsa welêt bandorê dike û gelê Îranê zêdetir ji her kesî çarenivîsa wî jêra girîng e``.

Duwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê dê roja 19`ê Gulana 2017`an were lidarxistin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam