Nesrullah: Îran piştgîr û hamîyê eslî yê Filistînê ye / Rejîma Siûdî lewaztir ji vê yekê ye ku êrişî Îranê bike

  • Kodê Nûçe : 838820
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê got: Îran wek piştgîrê eslî yê doza Filistînê û tevgerên berxwedêr ên navçeyê, bi embargoyên abûrî, zextên sîyasî û bi hewldana ji bo kişandina şer nav vî welatî bi riya grûbên tekfîrî re rûbirû ye. Rejîma Siûdî lewaztir û tirsoktir ji vê yekê ye ku li dijî Komara Îslamîya Îranê dest bi şerekî bike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Seyît Hesen Nesrullah, 2ê tîrmeha sala 2017 li danê berêvara roja înê di merasîma roja cîhanîya Qudsê li rojavaya Beyrûtê axeftin kir.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di destpêka axeftina xwe de got: Piştî serketina Înqilaba Îslamî bi saya fedakarîyên gelê Îranê û piştî avakirina Komara Îslamîya Îranê, îna herî dawî ya meha mibareka Remezanê ji alîyê Îmam Xumeynî ve wek roja cîhanîya Qudsê hate binavkirin.

Seyît Hesen Nesrullah di dewama axeftina xwe de diyar kir: Ji roja ku Îmam Xumeynî (r.a) roja cîhanîya Qudsê îlam kir şûn ve, ev roj bi xwepêşadan, merasîm û bi çalakîyên din zindî tê hîştin da ku her sal peyameke zelal ji bo raya giştî ya cîhanê bi rê bike.

Wî lê zêde kir: Piştî wefata Îmam Xumeynî jî Ayetullah Xaminêyî ev mesûlîyet heya îro berdewam kiriye û bi vî hawî, piştî serketina Komara Îslamîya Îranê heya îro, roja cîhanîya Qudsê her sal tê îhyakirin û ev yek ji parzemînekê belavî parzemîneke din dibe.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê di dewama axeftinê de got: Armanceke herî girîng a bûyer û şerên ku em li navçeyê jê re şahid in, pêkanîn û amedekrina şert û mercan e ji bo ku pirsgirêka Filistînê bi kêrî dijminê sehyonîstî were çareserkirin. Navçeya me îro gihaye xaleke werçerxê ya dîrokî ku bi metirsî û xeteran ve dagirtîye.

Nesrullah daxuyandin ku Sûrîye di enîya berxwedanê de xweyî cîgehekî navendî ye û ji piştgîrên eslî yên tevgerên berxwedêr e û li hemberî her planeke ku li pêyî ji navbirina doza Filistînê be, disekine.

Wî, eşkere kir:Îran wek piştgîrê eslî yê doza Filistînê û tevgerên berxwedêr ên navçeyê, bi embargoyên abûrî, zextên sîyasî û bi hewldana ji bo kişandina şer nav vî welatî bi riya grûbên tekfîrî re rûbirû ye. Rejîma Siûdî lewaztir û tirsoktir ji vê yekê ye ku li dijî Komara Îslamîya Îranê dest bi şerekî bike.

Nesrullah lê tekîd kir: Tevgerên berxwedêr ên li Filistîn û Libanê her tim bi şer û terorê, bi terorîzm û xerabûna îmajê tên tehdîd kirin û divê em zanibin îro li her şerî pêwîste em derkevin meydanê.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê da zanîn: Iraq piştî ku dest bi serketinan û ji nû ve standina deveran ji grûbên terorîst kir, wek welatekî li dijî hemû cure lihevkirinên ligel Amerîka û rejîma sehyonîstî derket pêş. Iraq her tim bû hedefa van welatan, ji ber ku rayedarên vî welatî nexwastin bibin parçeyek ji projeya Amerîkayê.

Wî her wiha got: Xebatên ku bi boneya îzolekirina coxrafîk ya Sûriyê tên kirin, bi gihîştina hêzên Sûriyê ya bi sînorên Iraqê re li ber têkçûnê ye. Azadkirina Mûsilê nêzîk dibe û li Iraqê paşerojek ji bo DAEŞê nîne.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê li beşeke din a axeftina xwe, amaje pê kir ku miletê Yemenê ji erd û ezman û ji hêla deryayê ve hatiye dorpêçkirin û wiha dirêjayî da axeftinê: Îsraîl, berê, karê îstixbaratî dikir lê îro di bin navê koalîsyona erebî de beşdarî êrîşa ser Yemenê dibe. Berxwedan, îro hêzeke neteweyî, sîyasî û cîhadî ya xurt û rastîn e li Yemenê û em pê şanaz in ku beşekî vê enîyê ne.

Wî eşker kir ku şerê Îsraîlê li dijî Libnan û Xezzeyê ji bo sehyonîstan malîyeteke zaf zêde li pê xwe hiştîye û ev yek qîmeta destkeftina ku berxwedanê pêk anîye, nîşan dide.

Nesrullah lê şidand ku Îran dê ti caran ligel terorîzmê û grûbên terorîst bi misamehe û nermî tevnegere û belkî dê şerê li dijî van grûban heya kolandina koka wan bidomîne. Îran wê li paşerojê hebûna xwe ya li Sûriyê hîn zêdetir bike û mûşekên ku berdane Deyr Zorê jî vê yekê nîşan didin. Ev mûşek li hedefên hatibûn diyarkirin, ketin û di encamê de navendên terorîstan wêran bûn û hejmareka wan jî helak bûn.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê bi bîr xist: Helwesta milet û rêberên Îranê li hember pirsgirêka Filistînê, helwesteke dînî û eqîdewî ya ji Qurana Kerîm, sinneta Pêxember, meha mibareka Remezanê û ji dua û nimêjê hatiye bidest xistin e û Îran tenê vê demê dikare kêşeya Filistînê ji nedîtî ve were ku dîn û Pêxemberê wî ji nedîtî ve bê.

Wî diyar kir: Hemû divê bizanin ku enîya berxwedanê pir bihêz e, însiyatîf ji dest bernedaye, meydam vala nehiştiye û dê ti caran vala nehêle, belkî welatên Iraq û Yemenê jî dê telvî mihwer û enîya berxwedanê bibin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê got: Amerîka, Îsraîl û rejîmên bi wan re hevalbend in pêwîste hay jê hebin ku milet, ligel Îsraîlê asayîkirina têkilîyan qebûl nakin.

Wî lê zêde kir: Rûmeta Qudsê berztir ji vê yekê ye ku bi destê minafiq û xayînan were azadkirin.

Seyît Hesen Nesrullah, peyama roja Qudsê û serkeftinên bi dest ve hatî yên li qadên şer ji bo gelê Filistînê wek peyama berxwedanê û hêvîdarîyê da zanîn û got: Gelê Filistînê û hemû kesên bi pirsgirêka Filistînê re mijûl in, divê bêhêvî nebin û hay jê hebin ku bi gav avêtina bi israr û bi berxwedanê dê bigihên serkeftinê û hêza berxwedanê wê ti cara qadê neterkine.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*