Nesrullah: Malîyeta şerê Sûriyê hemî ji hêla Ereban ve hate dayîn.

  • Kodê Nûçe : 818659
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekrterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Hemû malên ku xercî şerê Sûriye hatin kirin, malên Erebî bûn. Hema ev mal bûn baîs ku kesên çekdar ji seranserî cîhanê werin Sûriyeyê.

Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Seyit Hesen Nesrullah di axiftina xwe de rûdanên dawîyê yên herî girîng ên herêmê û Libnanê dan ber vekolan û analîzê.

Nesrullah di destpêka axeftina xwe de îzhar kir: Daxwaziya me ji Komkara Ereb û her wiha ji Rêxistina Hevkariya Îslamî ev e ku rapora Lijneya Aborî û Civakî ya Asyaya Rojava (ESCWA) ya Neteweyên Yekbûyî qebûl nekin û li hemberî wê bertekên xwe nîşan bidin.

Wî, qala îstîfaya sekreterê giştî yê ESCWA`yê kir û got: Ev îstîfa, helwesteke wêrekane û mirovane ya ji wûjdanê hilhatî bû. Sekreterê giştî yê ESCWA`yê li dijî fesxkirina rapora vê sazîyê îstîfaya xwe da û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî ev yeke pejirand.

Li gorî gotina sekreterê giştî yê Hizbullahê, Sazîya Neteweyên Yekbûyî sazîyek bêhêz û zelîl e û ji bo parastina mafên mirovan û rizgarkirina xakên bin dagirkeriyê de mirov nikare hêvîya xwe bi vê sazîyê û biryarên wê ve girêbide.

Nesrullah bal kişande ser ku ESCWA`yê çend roj berî niha, bi riya weşandina daxuyanîyekê îlam kir ku azadîya Filistînîyan ji alîyê rejîma sehyonîstî ve tê binpêkirin.

Seyit Hesen Nesrullah diyar kir: Hemû hêzên herêmî û cîhanî yên ku bi navê dostên Sûyirê li hev kom bûn, li dijî Sûriyê plan li darxistin lê rastî têkçûneke pir giran hatin. Hemû mal û pereyên ku ji bo şerê li dijî Sûriyê hatin dayîn mal û pereyên bi marka Erebî bûn. A ev malên Erebî bûn baîs kesên çekdar ji seranserê cîhanê bêne Sûriyê.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê wiha got: Armanca malên Erebî yên ku xercî şerê li dijî Sûriyê bûn, rûxandina rêveberîya Sûriyê û derxistina wê ji mihwerê berxwedanê bû. Di dewama pêvajoyê de jî hêzên tekfîrî li Sûriyê çareseriya sîyasî qebûl nekrin û di şer de israr kirin.

Amerîka, li dawîyê, hevalbendên xwe dike qûrbanî.

Nesrullah lê zêde kir: Amerîka û hevalbendên wê, terorîst anîne Sûriyê û îtîraf kirin ku ji bo dijberiya bi mihwerê berxwedanê re bikin, ketine nava vê hewldanê. Berê jî min ji hemû grûbên tekfîrî re got ku hûn anîne Sûriyê da ku hûn bibin êzingên agirê Amerîka û hevpeymanên wê.

Rêberê Berxwedana Îslamî ya Libnanê, teqînên li Sûriyê û Îraqê yên li hemberî svîlan pêkhatin wek nîşaneya têkçûna terorîstan nirxand û wiha got: Nika dawîya DAEŞê li Îraqê hatiye û di dehatûya Sûriyê û Îraqê de dê ti cîgehekê vê grûba terorîst tinebe. Cepeya Nusrayê jî ku ji alîyê Amerîka û hevalbendên wê ve hate damezrandin, tûşî bombarana koalîsyona Amerîkayê dihat. Amerîka minafiq û durû ye. Berê terorîstan bikar tîne û paşê serê wan dibre.

Nesrullah wiha gotina xwe dewam dikir: Plana îstîkbarê ya xistina Sûriyê bi serwerîya xwe, têkçû û DAEŞ û Enîya Nusrayê û grûbên din ên teorîst ketine ber tinebûnê. Ejderhayê ku emperyalîzmê anîbû, nika ji bo wê bi xwe vegeriye û bûye xeter.

Berxwedan ti caran têknaçe.

Wî, li gotina xwe zêde kir: Em careke din ji kesên li Sûriyê di enîya dijmin de şer dikin re dibêjin ku plana we têkçûye û ti asoyeke xwe jî nîne. Têkçûna DAEŞê li bal Netenyahû, ji bo berxwedanê serkeftin e û ji bo plana sehyonîzmê jî têkçûn e. Mihwerê berxwedana li Sûriyê, Îraqê û Yemenê ti caran rastî têkçûnê nabe û wê nebe jî. Em ji kesên ku di enîya dijmin de cih girtine dixwazin ku jê derkevin û vegerin nav enîya ommetê û berxwedanê.

 

 

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*