Nîgeraniya Rêxistina Netewên Yekgirtî ji ber zêdebûna reftarên tund ên rejîma Alê Xelîfe dijî neyaran li Behrêyînê

  • Kodê Nûçe : 839805
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Komîta navnetewî ya dijî işkenceya Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand ku işkenceya neyarên rejîma Alê Xelîfe bi berfirehî tê domandin.

Li rapora Komîta navnetewî ya dijî işkenceyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî hatiye ku zarokên behrêyînî jî ji ber işkence û reftarên tund ên rejîma Alê Xelîfe li Behrêyînê rastî pirsgirêkan hatine bi curekê ku li sala 2015an zêde ji 200 zarok û xurtên vî welatî zîndanî bûne ku nîvek ji wan li zîndanên mezinan dane.

Eva li halekî ye ku zêde ji 40 rojin ku kirêgirtiyên rejîma Alê Xelîfe mala Şêx Îsa Qasim rohaniyê mezin ê vî welatî li navça El-Duraz li rojavaya Menamê dorpêç kirine û ew di mala xwe da zîndanî bûye û ji rewşa jiyana wî tu agehdariyek tune.

Bingehên behrêyînî ragihandine duh îniyê bi sedan kes ji xelkê vî welatî  375 rojên bi dû hev ber bi mala Şêx Îsa Qasim çûn û xwenîşandanek bona piştevaniya ji wî birê xistin û dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe  diroşme dan.

Ji sala 2011an va ji ber ku Rejîma Alê Xelîfe gellek ji neyar, xebatkarên medenî, rojnamevan û şexsiyetên mezin girtine, ji aliyê saziyên navnetewî yên berevanê mafên mirovan va, ketiye ber zextûzorê; Loma bona veşartina van cinayetên xwe bêyî tu belgeyeke rastîn bi caran heta niha Îran bi destwerdana li karûbarên hundirîn ên xwe tawanbar kiriye.

Li gorî rapora saziyên navnetewî, hejmara girtiyên Behrêyînê yên siyasî pêka gelheya vî welatî ji hemû welatên cîhanê zêdetir e.

Xelkê Behrêyînê li meş û xwenîşandanên xwe yên aram, ji karbidestên vî welatî xwestine ku îdaletê pêk bînin û ji Rejîma Alê Xelîfe jî xwestine ku kutahiyê bide cihêkariyên nav vî welatî.

Helbet li babeta derveyî jî ji ber ku Rejîma Alê Xelîfe girêdayî siyasetên Erebistanê  û dewletên rojavayî ye, vê yekê jî bandorek nebaş li ser siyasetên hakimên Alê Xelîfe li hemberî xelkê Behrêyînê daniye.

Siyasetên wiha bûne sebeb ku Rejîma Alê Xelîfe bona tawanbarkirina xelkê derewan dike û xelkê tawanbar dike.

Piştî hukma dadgeha Behrêynê li ser saleke zindanê û desteserkirina mal û heyitiyên Şêx Îsa Qasim û gurrbûna nerazîtiyên gelanî, hêzên Rêjîma Alê Xelîfe berêvariya sêşemiyê êrîşî ser taxa El Durazê kirin ku di vê êrîşê da, 5 kes hatin kuştin û zêde ji 200 kes birîndar bûn û derdora 300 kes jî hatin girtin.

Rêjîma Alê Xelîfe li siya piştgiriyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê, bi awayekî bêşermane li dû sirgûnkiirna Şêx Îsa Qasim melayê derecebilind ê şîeyên Behrêynê ye; Mijara ku eger cih bê, wê hêrs û xezeba gelê serhildêr ê Behrêynê duqat bike

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*