Nûçeya `Derxistina baylozê Îranê ji Kuwêyîtê` derew derket

  • Kodê Nûçe : 843373
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Karbidestên agehdar li wezareta karên derve ya Kuwêyîtê ragihandinku ``Belavbûna hin nûçeyan li bara daxwaza vî welatî bona derxistina baylozê Îranê bêbingeh e``.

Li gorî rapora rojnama El-Enbayê, Karbidestên derecebilind ên wezareta karên derve ya Kuwêyîtê êvara duh pêncşemê tevî derewzanîna nûçeya ku tê gotin vî welatî ji baylozê Îranê xwestiye ku ji axa Kuwêyîtê derkeve, ragihand: ``Wezareta karên derve ya Kuwêyîtê duh bane baylozê Îranê li vî welatî kiriye û li wir nameyek li bara kêmkirina karmendên baylozxana Îranê li Kuwêyîtê dane wî``.

Her li vê barê Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê êvara pêncşemê tevî derewzanîna tawanên bê xîm û binyat ên wezareta karên derveya Kuwêyîtê derheq Komara Îslamî ya Îranê got: ``Ciyê mixabiniyê ye ku berpirsên Kuwêyîtê li rewşa hestiyar a navçê, li dewsa ku bona kêmkirina aloziyan bixebitin û bi sebr û hedar bin, dikevin bin zextûzora aliyên ku bi dû alozkirina navçê digerin û Îranê tawanbar dikin``.

Kuwêyîtê duh pêncşemê ragihand ku hejmara dîplomatên îranî li vî welatî kêm dike û navenda karûbarên çandî yên Îranê li vî welatî jî girêdide``.

Kuwêyîtê ev siyaseta ji ber dosiya `Koma El-Ebdulî` cih aniye; Dosiya ku Kuwêyît têda Îranê bi sûcê têkilliya bi endamê wê ra tawanbar dike; Li halê ku Komara Îslamî ya Îranê vê tawanê red dike.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*