Opêrasyona hevpar a Îran, Tirkîye û Rusyayê li Sûrîyê

  • Kodê Nûçe : 849062
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Çapemenîya Tirkîyê ragihand ku diqewime Îran, Tirkîye û Rusya opêrasyoneke hevpar li Sûrîyê lidar bixin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Terendê, ew opêrasyona hevpar yê li bajarê Îdlibê were lidarxistinê.

Biryar e ku Îran û Rûsîye opêrasyonekê li başûra vê deverê û hevgav yê Tirkîye jî opêrasyonekê li pişka bakûr a vê deverê lidar bixe. Dema deqîq a destpêbûna vê opêrasyonê hîn nehatîye ragihandin.

Tê gotin ku hêzên Rûsîyê niha li gundên Miradax û Xelfayayê ser bi parêzgeha Îdlibê ne.

Li gorî vê raporê, Tirkîyê berî vîya ragihandibû ku amade ye her gefeke li sînorên xwe ji nav bibe. Niha 25 hezar eskerên Tirkîyê li sînorê vî welatî û Sûrîyê ne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*