Peyama Rêberê Înqilabê ji bo haciyên Beytullahê:

Parastin û rizgarîya Filistînê erka qethî ya ommeta Îslamê ye/Divê şerên navxweyî yên li cîhana Îslamê demildest bên rawestandin

  • Kodê Nûçe : 851601
  • Çavkanî : Abna
Brief

Rêberê Înqilaba Îslamî di peyama xwe ya ji bo haciyên Beytullahê de, ligel îşareya bi sîyasetên pergala serdest yên êgir bera nav misilmanan didin, bal kişand ser ku erka serokên welatên Îslamî û ya hemû elîtên cîhana Îslamî avakirina yekîtîyê û haydarkirina miletan e.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Rêberê Înqilaba Îslamî di peyameke ji bo haciyên Beytullahu-l Heramê de, ligel îşareya bi sîyasetên pergala serdest yên êgir bera nav misilmanan didin, bal kişand ser ku erka serokên welatên Îslamî û ya hemû elîtên cîhana Îslamî avakirina yekîtîyê û haydarkirina miletan û her wiha rawestandina yekser a bobelatên tehl û biêş ên li welatên Îslamî ye û destnîşan kir: “Parastina Filistînê û hevkarîya ligel miletê ku ev nêzîkî heftê sal e ji bo welatê xwe yê zeftkirî têdikoşe, erka herî girîng ya me hemîyan e”.

Metna vê peyamê ku îro –Pençşemê 31ê Tebaxê - danê sibê ji hêla nûnerê Welîyê Feqîh û serperiştê ziyaretvanên Îranî Hucetu-l Îslam Qazî Esker ve di merasîma beraeta ji mişrîkan li sehreya Erefatê hate xwandin, bi vî hawî ye:

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn

Hemd ji Rebbi-l Alemîn re û selat û selam li ser serwerê me û xatemê nebîyan Muhammed û li ser binemala wî ya tahir û paqij û sehabeyên wî yên bijarte be.

Ji Xwedayê gewre re sipas dikim ku îsal jî bextewerîya bi cî anîna îbadeta hecê kir nesîbê girseyeke mezin a momînên li seranserê cîhanê, daku ji vê kanîya zelal û pir bi feyz û bereket behremend bibin û li roj û şevên ku seat û kêlîyên wan ên mibarek ên ku nola îksîreke mucîzevî dikarin dilên mirovan veguherînin û giyanên wan paqij bikin û bixemlinin, li cem mala Xwedê ya biezemet û di demên îbadetê, xuşûyê, zikr û teqerrubê bên ba hev.

Hec, îbedeteke tijî remz û raz e û Beyta Şerîf jî cîgehek e ku bi bereketên îlahî dagirtî ye û mezherê ayat û beyanat ên Heq Teala ye. Hec dikare benîyê biîman û xwedî xuşû û tedebburê bigihîne mertebeyên manevî û wî bike mirovekî pîroz û nûranî; çawa ku dikare wî bike kesekî xwedî besîret, wêrek, çalak û têkoşer. Her du alîyên manevî û sîyasî, ferdî û civakî di vê ferîzeya bêhemta de zaf diyar û eyan in û îro civaka Îslamî gelek hewcedarê her du alîyan e.

Ji hêlekê ve efsûna malhebenî û dinyewîbûnê, bi rêya sudwergirtina ji alevên pêşketî û teknolojîk dixapine û talan dike, ji hêla din ve sîyaseta pergala serdest agirê tefriqayê û fitneyan berdide nava misilmanan û dike ku welatên Îslamî veguherîne dojeha bêewlehî û îxtîlafê. Hec dikare ji van her du îptilayên mezin ên ommeta Îslamî re bibe dermanê şîfabexş; dikare hem dilan ji jengaran paqij bike û bi nûra teqwa û merîfetê ronî bike hem jî çavan li ber rastîyên tehl ên cîhana Îslamê veke û li dijî wê, ezm û îradeyan bişidîne û gavan xurt û dest û mêjîyan jî amdeyî xebitînê bike.

Îro cîhana Îslamê ketiye ber bêewletîyê; bêewletîya exlaqî, manevî û ya sîyasî. Kartêgerê serekê, xifleta me û êrîşa bêrehm û bêwijdan a dijminan e. Me li dijî êrîşa dijminê pelos, erka xwe ya dînî û eqlî bi cî neanî; me hem “eşîddau alel kuffar / li hember kafiran dijwar in” ji bîr kir hem jî “ ruhemau beynehum / di nav xwe de bi rehm in”. Lewra dijmên sehyonîst di dilê coxrafya cîhana Îslamê de mûjilî derxistina fitneyan e û bêyî ku me ji erka xwe ya qethî ya rizgarkirina Filistînê haydarî hebe, me serê xwe bi şerê navxweyî yê li Sûriyê, Iraqê,Yemenê, Lîbyayê û Behreynê û her wiha bi têkoşîna li dijî terorîzm li Efqanistanê, Pakistanê û hwd. germ kiriye.

Erk û wezîfeyên giran dikevin ser milên serok û rêberên welatên Îslamî û kesên elît û bijare yên sîyasî û çandî yên cîhana Îslamê, yên wekî: avakirina yekîtîyê û hişyarkirina hemîyan ji dijatîyên etnîkî û mezhebî; serwextkirina miletan ji rêbazên dijminî û xiyaneta îstîkbar û sehyonîzmê; techîzkirina hemûyan ji bo têkoşîna li dijî dijmin li qadên cûrecûr ên şerê nerm û dijwar; yekser rawestandina bûyerên trajîk ên li nava welatên Îslamî ku mînakên wan ên tehl ên wekî rûdanên li Yemenê, bûna baîsa xemgînî û îtîrazê li seranserê cîhanê; parastina bibiryar a kêmanîyên misilman ên li bin zilm û zordarî yên weke gelê mezlûmê Miyanmarê û hwd. û ji hemîyan girîngtir jî erka parastina Filistînê û hevkarîya ligel miletê ku ev nêzîkî heftê sal e ku ji bo welatê xwe yê xesbkirî têdikoşe.

Eve, erk û wezîfeyên girîng in ku dikevin ser milê me hemîyan. Miletên misilman divê ji dewletên xwe bixwazin ku bi van erkan rabin û derdorên elît divê bi ezmekî xurt û mebestekî xalis têbikoşin daku ev yek biqewime. Ev xebatene mînaka qethî ya yarmetîkirina dînê Xwedê ye ku li gorî wadeya îlahî bêguman dê nusreta Xwedê bi xwe re bîne.

Evene, beşek ji dersên hecê ne û hêvîdar im bêne fêhkirin û pê emelkirin.

Ji Xwedê dixwazim ku heca we hemîyan qebûl bike û bejna xwe li ber yad û xatireya şehîdên Mînayê û Mescida Haremê ditewinim û ji Xwedayê rehîm û xwedî kerem daxwaz dikim ku dereceyên berz û bilind bike nesîbê wan.

Wesselamu Aleykum we rahmetullah.

 Seyîd Elî Xamineyî

7ê Şehrîvera 1396’an

7ê Zîlhecceya 1438’an

Û 31ê Tebaxa 2017’an


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam